Hêzên hikumeta Sûriyê êrişên li dijî Idlib û Hemayê gur kirin

Asta şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Idlibê bi topbarana ji her du alîyan ve didome. Girêdayî mijarê hêzên hikumetê îro çeteyên dewleta Tirk li gundewarên Hema û Idlibê kirin hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumetê îro deverên gundê Diwêr Ekrad li bakurê rojavayê gundewarên Hemayê topbaran kirin. Her wiha hêzên hikumetê bi moşekan êrişî herêmên li navçe û gundên çiyayê Zawiye li gundewarên başûrê Idlibê kir, bêyî ku agahiyên girêdayî encamên topbaranê bên bidestxistin.  

Duh hêzên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumetê li bajarê Seraqib ê li rojhilatê gundewarên Idlibê topbaran kirin. Her wiha çeteyên dewleta Tirk eniya Ruweyhayê li  gundewarên Idlibê bi çekên giran topbaran kir.


Mijarên Din