Hêzên hikumeta Sûriyê êrişên xwe li gundewarên Laziwiye û Idlibê zêde kirin 

Hêzên hikumeta Sûriyê yên ku rojane êrişî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk dikin, êrişên xwe li eniyên Idlibê û gundewarên Laziqiyê zêde kirin. Îro herêmên çiyayê Zawiye û çiyayê Ekrad topbaran kirin.

Balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê parêzgeha Idlibê bi domdarî difirin. Girêdayî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumetê careke din herêmêm çiyayê Zawiya li başûrê gundewarên Idlibê topbaran kir. Her wiha  eniyên çiyayê Ekrad ên li bakurê gundewarên Laziqiyê topbaran kirin.

SOHR’ê duh ragihandibû ku hêzên hikumetê bi çekên giran gundên çiyayê Zawiye û başûrê gundewarên Idlibê topbaran kiribûn. Bajarokê Bara, gundên Sefuhin û Fitêra hedef girtibûn. Ev êriş li gel firîna balafirên keşfê li asîmanê `herêmên bêçek` pêk hat.


Mijarên Din