Hêzên Hûsî baregehên artêşa Yemenê topbara kirin

Hêzên Koma Ensar Ellah El-Hûsî navendên kombûna artêşa Yemenê li parêzgeha Teez a başûrrojavayê Yemenê, topbaran kirin.

 Navenda Ragihandinê ya Koma Ensar Ellah El-Hûsî ragihand ku hêzên Hûsî navendên kombûna artêşê li dagerandina El-Wezayiye ya rojavayê Teez a başûrrojvayê Yemenê topbaran kir û di encama wê de kuştî û birîndarên leşkerî çêbûn.

Li gorî malpera Mesîra ya alîgira Hûsiyan ku ,hêzên Hûsî du moşekên ku li herêmê çêkirine ji cûreya Zilzal 1 ku 3 kîlometran diçe ber bi baregeha Xalid Bin Welîd a stratîjîk ve ku ji mezintirîn baregehên leşkerî li ser berava Yemenî ye, avêt.

Hêzên Hûsî du caran êrîşî navenda Mişel a girêdayî artêşa Siûdî li Cîzan a başûrrojavayê Siûdiyê, kir.

Ji aliyekî din ve li gorî NY`yê ku aloziya mirovî li Yemenî didome. Pêwîstiya nêzî 24 milyon kes li Yemenî bi xwarin û parastinê heye. Ji wan 14,3 milyon kes ku pêwîstiya wan bi alîkariyên lezgîn heye.

(bx)


Mijarên Din