Hêzên Iraqê 2 berpirsên DAIŞ`ê girtin

Hêzên Iraqê berpirsekî DAIŞ`ê yê veguhastina çekan û madeyên tenduristiyê û berpirsekî din ê belavkirina pereyan li Kerkûkê girtin.

Fermandariya Polîsên Kerkûkê diyar kir ku wan berpirsekî DAIŞ`ê yê veguhastina çekan û madeyên tenduristiyê û çandina mayinan ku bi navê Ebû Telha tê nasîn û çeteyekî din ê bi navê Ehmed Abullah El-Iraqî ku berpirsê belavkirina pereyan bû, li Kerkûkê girtin.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku li gorî agahiyên îstixbaratî yên Îstixbarat û Ewlehiya Kerkûkê (Wezareta Parastinê),  tîma serdegirtinê ya girêdayî Nivîsgeha Fermandarê Polîsên Kerkûkê bi hevkariya Wezareta Parastinê û tîmeke antîterorê ya parêzgeha Silêmaniyê, xebateke hevbeş pêk anî.

Fermandariyê daxuyand ku di encamê de terorîstê bi navê Ebû Telha ku berpirsê tevgera mafyayên DAIŞ`ê û veguhastina çekan û madeyên tenduristiyê û çandina mayinan bû, her wiha terorîstê bi navê Ehmed Abdullah El-Iraqî ku pere li terorîstên li Kerkûkê belav dikir, hatin girtin.


Mijarên Din