Hêzên Iraqê li çiyayên Zaxoyê bi cih bûn

Hezek a Lîwaya 1 a pasevanên sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê li çiyayên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yên ser bi Zaxoyê bi cih bûn.

Li gorî nûçeya Roj News’ê hêzeke ji Lîwaya 1 a pasevanên sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê li çiyayên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yên ser bi Zaxoyê bi cih bûn. Rêveberê bajarokê Batûfa Dilşêr Ebdulstar têkildarî mijarê diyar kir, ev hêz ji Kurdan pêk tên û ji ber şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de çûne cihê xwe yê berê jî lê diman.

Hêzêke ji Lîwaya 1 a pasevanên sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê li çiyayê Şabinî û Dêrê yên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yên ser bi Zaxo û ala Iraqê li wir bilind kirine.

Rêveberê Bajarokê Batufa Dilşêr Ebdulstar têkildarî mijarê got, “Lîwaya 1 a pasevanên sînor Kurd in. Baregeha wan a sereke li Batûfa ye. Ji ber vê tevgera heyî çûne cihê xwe yê berê jê vekişiyabûn. Bi sedema şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de çûne wir.”


Mijarên Din