Hêzên Koalîsyonê ji baregeha Sirînê vekişiyan

Nûçegihanê ajansa me vekişandina hêzên Koalîsyonê ji baregeha Sirînê ya başûrê bajarê Kobanê şopand. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê baregeha Sirînê mezintirîn baregehên Koalîsyonê ye.

Nûçegihanê ajansa ANHA`yê diyar kir ku vê sibê karwanekî koalîsyonê ku ji 120 erebeyan pêk dihat û lojîstîk, teqemenî û panzêr bar kiribûn, ji baregehê derket.

Piştî koalîsyon ji baregehê derketin, dengê teqînên mezin hat. Hate gotin balafirên Koalîsyonê bombebaran pêk anîn, lê belê diyar e ku hin teqemeniyên di hundirê baregehê de teqandin.

Karwan ji baregehê ber bi rêya M4 diçe, lê heta niha cihê dê biçinê ne diyar e. Di heman demê de ne diyar e ku Koalîsyon bi temamî ji baregehê vekişiya yan na.

Ev baregah di navbera navçeya Sirîn û 30 km dikeve başûrê bajarê Kobanê, di gel ku li Bakurê Sûriyê mezintirîn baregeh e.

Li baregehê balafirên mezin li baregehên teqemenî û lojistîk didin hêzên Koalîsyonê her wiha panzêr û firoke jî hebûn. DYA`yê berî niha ragihandibû ku dê ji nû ve leşkerên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike, di gel ku wê dûrî herêmên nêzî sînor nexasim herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku petrol lê hene.

(eh)

 


Mijarên Din