Hêzên Lîbyayê êrişek Tirkiyê têk bir

Hêzên Lîbyayê êrişek Tirkiyê dema hewl dida eniyên parastinê bişkîne, têk bir û panzerek Tirkiyê ji cureya ACV-15 rûxand, kesên di panzer de hatin kuştin.

Buroya berdevkê leşkerî yê Artêşa Netewî ya Lîbyayê got, hêzên Lîbyayê êrişek Tirkiyê şikandin û panzerek ji cureya ACV-15 rûxand.

Buroyê ragihand ku hêzên Lîbyayê ji `Dijmin` re got ku panzer û kuştiyên tê de werbigire lê `Dijmin` red kir bi hinceta ku panzer tirkî ye û cenazyên tê de ne lîbî ne.

Buroyê ji desthilatên Tirkiyê xweset ku peywendiyê bi desthilatên Lîbyayê re çêbikin ji bo ku panzerê û cenazeyên tê de werbigin.

(şx)

 


Mijarên Din