Hêzên leşkerî yên Suryanî: Gelê Aşûrî û Suryanî li Til Temirê jiyana wan di xeteriyê de ye

Îro Hêzên Sûriya Deqmoratîk (QSD), Meclisa Leşkerî a Suryanî û Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên Suryaniyan civîneke çapemeniyê ya hevbeş lidar xistin.

Îro Berdevkê Hêzên Sûriya Deqmuratîk (QSD) Kîno Gibraêl,Berdevkê Meclisa Leşkerî a Suryanî Ebjer Yaqûb û Berdevka Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên a Suryaniyan Nîşa Gewriyê civîneke çapemeniyê hevbeş, li avahiya Meclisa Leşkerî a Suryanî ya navçeya Til Temirê lidar xistin.

Kîno Gibraêl bi zimanê Suryanî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê li dijî herêma Bakurê Sûriyê, hevpeymanên di navbera Rûsya û Amerîka û Rûsya û Tirkiyê de nirxandin.

Her wiha Berdevkê Meclisa Leşkerî a Suryanî Ebjer Yaqûb jî bi zimanê Erebî axivî û got:"Piştî ku dewleta Tirk êrişî herêma Bakurê Sûriyê kir karîsetên pir mezin rû dan, bi sedan sivîl hedef girtin di nav de şehîd û birîndar kirin. Di heman demê de zirarekî pir mezin da binesaziya herêmê. Tevî tîfaq û hevpeymanên di navbera Tirkiyê û Rûsya û Tirkiyê û Amrîkayê de ku QSD bindên tîfaqê pêk anî û li gorî agirbestê tevgeriya, lê heya niha jî dewleta Tirk agirbestê binpê dike.”

Ebjer Yaqûb wiha dewam kir: “Gelê Aşûrî û Suryanî yên li ku li gundên Xabûrê ango li Til Temirê dijîn jiyana wan di xeteriyê de ye û bi sedan ji wan jî di 2015`an de di encama êrişa DAIŞ`ê de hatin koçberkirin û beşek ji wan hatin qetilkirin. Êrişa dewleta Tirk niha jî qirkirina gelê Aşûrî û Suryanî hedef digrê. Em ji civaka navdewletî, Rûsya û Amerîka dixwazin ku vê êrişî bidin sekinandin û berpirsyartî dikeve ser wan.”

 Berdevka Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên a Suryaniyan Nîşa Gewriyê jî wiha got:"Li hebmer gel û jinên Suryanî û Aşûrî polîtîkayên qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk ve tên meşandin. Em komkujiya Sêfo ku di 1915`an de ji aliyê Osmaniyan ve pêk hat jibîr nekin ku di encama wê de jî zêdetirî milyon û nîvek Ermenî hatin qetilkirin.”

Nîşe Gewriyê anî ziman ku êrişa dewleta Tirk a îro jî dixwaze heman komkujiyê pêk bîne û wiha domand: “Dijmin her jin kirine hedef û ew qetilkirin e, di Sibata 2015`an de dîsa DAIŞ êrişî gundên Xabûr kirin û jina bi navê Wîdad Daûd û berî çend rojan de Hevrîn Xelef bi rengekî pir hov hatin qetilkirin. Em wekî Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên a Suryanî em ê her di çeperên pêş de bin heya ku êrîşa dewleta Tirk bişkînin û xeteriyê li ser gelê xwe rakin."

Civîna çapemeniyê bi pirsên rojnemevan û bersivdayîna wan ji aliyê Berdevkê QSD Kîno Gibraêl ve bi dawî bû. 

ANHA


Mijarên Din