Hêzên Natora û Sotoro yên Ewlekariya Hundirîn Til Temirê diparêzin

Endamên Hêzên Natora û Sotoro yên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sîstema ewlehiyê dikin hedef û got “Bi yekitiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn armancên wan naçin serî.”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehiya bajar, navçe, bajarok, gund û kolanan ji aliyê Hêzên Ewlekariya  Hundirîn ve ku hemû pêkhateyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Sotoro pêkhateyên Suryan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Natoro ku pêkhateyên Aşûrî pêk tên, tê parastin.

Navçeya Til Temir jî li ser xeta Xabûr Meclisa Leşkerî ya Suryanî di kolanan de jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Natora û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Sotoro cih digirin. Ev hêzên hundirîn her di nav têkiliyan de ne û ji bo parastina gel û axa xwe dewriyeyên hevbeş digerînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Natora ku di sala 2011`an de hat avakirin, di hemleyên rizgarkirina bajarê Reqa, Minbic, Tebqa û Derazorê de jî cih girtine. Niha jî ji bo parastina navçeya Til Temir her li ser erkên xwe ne.

‘BI HEVKARIYÊ ME ÇETE TÊK BIRIN Û EM Ê DÎSA TÊK BIBIN’

Emel Kako ku endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Natora ye, diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a  dagirker û çeteyên wê bi hevkariya hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûnê û got: “Ev hevkarî ji 2011`an heya niha berdewam dike. Çeteyan dixwest hêzên ku parastina gel dikin, tune bikin lê bi hevkariyê, me ew paşde vegerandin. Ji bo komkujiyên Seyfo û Semelê dubarê nebin, em hemû ji xewa giran rabûn û me yekitiya xwe ava kir.”

‘TOLA XWE DI NAV NATORA DE HILDIDIM’

Emel anî ziman ku wek jineke Aşûrî tola komkujiyê bi cihgirtina di nav Natora de hildide û got: “Ez bi parastina welat û gelê xwe serbilind im. Peyama sereke ji dijmin re ew e ku wan me tune nekiriye û hîn jî jinên Aşûrî, Ermen û Suryan hene û cihê xwe di ewlehiyê de digirin.”

Endamê Fermandariya Giştî ya Natora Rubêrt Îşo jî bal kişand ser agirbesta ku di gotinan de maye û got: “ Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê agirbestê binpê dikin, gundan dişewîtinin û mal û milkên şêniyan didizin. Êrişên dewleta Tirk bi armanca guhartina demografiyê ne û hewl didin biratiya gelan a herêmê xerab bikin. Bi berxwedana me ev armancên wan negihijîn serî.”

‘SÎSTEMA HÊZÊN EWLEKARIYÊ HEDEFA DAGIRKERAN E’

Îşo destnîşan kir ku hêza wan bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û dewleta Tirk van hêzên ewlehiyê dike hedef û got: “Dewleta Tirk a dagirker vê hêzên ku bi gel hatine avakirin bi navê terorîst pênasê dike. Parastina axa me Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkeke rewa ye û ew ne terorîst in. Yên ku êrişên xwe li ser me pêk tînin, terorîst in ku ew jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ne.”   

Îşo di dawiyê de anî ziman ku divê komkujiyên dewleta Osmanî û berdewama wê dewleta Tirk a dagirker bên dadgehkirin û got: “Dewleta Osmanî heya Rojavayê Kurdistanê jî li pey me bû ku qirkirinek dubarê li ser me pêk bîne. Em bi hêvî ne ku dewlet ji vê bêdengiyê derkevin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û dewleta Osmanî di lêpirsinê re bên derbaskirin.”

(kc)

ANHA


Mijarên Din