Hêzên Parastina Civakî daristanên Sirînê diparêzin

Hêzên Parastina Civakî yên navçeya Sirînê li başûrê bajarê Kobanê dest bi çavdêriya daristanên navçeyê kir da ku li rê li pêşiya binpêkirinên hindek cotkar û şivanên herêmê bigirin.

Daristanên Sirînê li başûrê bajarê Kobanê bi 40 km, daristanên herî mezin ên herêma Firatê tên hesibandin. Ji pira Qereqozaqê (32 km li başûrê Kobanê) heya destpêka bendava Tişrînê li başûrê herêma Firatê dirêj dibin û li ser rûberên bi dehan kîlometreyan heta berava rohilatê çemê Firatê dirêj dibe.

Ev daristan rastî binpêkirinên cotkar, xwediyên sewalan û bazirganên êzingan tên, bi taybet piştî destpêkirina aloziya Sûriyê. Şêniyan ji ajansa me re tekez kir ku rêjeya daran bi awayekî zêde kêm bûye. Ajansa me demek berê ji vê mehê raporek girêdayî paşguhkirina daristanên herêma Firatê yên ku rastî qutkirinê tên û ji ber belavbûna şînatiyan dibe ku rastî şewatan werin, belav kiribû.

Hêzên Parastina Civakî da ku pêşî li xetereyên ku rastî daristanan tên bigirin, dest bi xebatan kir.

Hêzê dest bi dewriyeyên xwe bi roj û şev kir da ku çavdêriya daristanan bike û rê li pêşiya binpêkirinên ku der heqê wê de têne kirin, bigire.

Endamên hêzê yên ku nobetê digirin, destnîşan kir ku rola herî sereke ji bo parastina xweza û hawîrdorê ya şêniyan e.

Girêdayî heman mijarê endamên hêzê tekez kir ku daristan a hemûyan e û cihê seyranê ye, ji ber wê divê wê biparêzin.

Hêzên Parastina Civakî ji şêniyên herêmê pêk tê, civakê diparêzin û dewriyeyên parastinê di nav bajar û gundewaran de dimeşînin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din