Hêzên rejîmê ber bi Meret El-Nûman ve diçe

Hêzên rejîmê li gundewarên Idlibê pêşketinên nû bidest xist û nêzî Meret El-Nûman bû.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li eniyên gundewarên rojhilat û başûr rojhilatê Idlibê û hinek eniyên gundewarên rojavayê Helebê di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de şer dijwar dibe.

Hêzên rejîma Sûriyê pêşketinên nû bidest xist û Til Xetra, Ebû Cirêf, Til Mistêf ê rojhilatê Seraqib û başûrê Meret El-Nûman xist bin serweriya xwe de.

Hêzên rejîmê Sûriyê rêya ku bi navê Sûka pez (Magef) yan jî rêya El-Dêr ya Meret El-Nûman bi gundewarên rojhilat ve girêdide qut kir. Hêzên rejîma Sûriyê beşa rojhilat ji bajêr û hinek taxên din piştî pêşketina ku li herêmê bidest xist, dişopîne û gihîştiye nêzî 2 km ji wan. Ev yek piştî ku Mer Şemarîn, El-Dêr El-Şerqî û El-Xerbî û deverin din xistin bin serweriya xwe de, hat kirin.

Balafirên Rûsya deverin ji El-Îs, navenda El-Kemarî, El-Zirbe, Kefer Hemra yê gudewarên Helebê, bajarê Meret El-Numan û gundewarên, Xan El-Sibil û herêmên din ji rojhilatê Idlibê, bombebaran kir.

Her wiha helîkoptirên rejîmê bermîlên teqemenî avêt Xilsa, El-Hemîra, El-Qerasî, Birne, Zîtan, Xan Toman ê gundewarên başûrê Helebê, Kefer Betîx ê gundewarên Seraqib, Meret El-Nûman û gundewarên wê. Her wiha balafirên şer ên rejîmê El-Îs, El-Kemarî yê gundewarên başûrê Helebê, Meret El-Nûman, gundewarên wê yên başûr û bajarokên wê her wiha eniyên şer ên gudnewarên rojhilatê Idlibê û rojavayê Helebê, bombebaran kir.

(bx)


Mijarên Din