Hêzên rejîmê bi awayekî dijwar êrîşî herêmên bêçek dike

Hêzên rejîma Sûriyê topbarana dijwar li ser herêmên bêçek zêdetir kir. Topbarana herî dijwar li ser bajarê Xan Şêxûn ê bejahiya rojavayê Idlibê pêk hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê şevê din herêmên bêçek bi awayekî dijwar topbaran kirin.

Rejîmê zêdetirî 40 moşek li bajarê Xan Şêxûn ê bejahiya rojavayê Idlibê xistin. Her wiha hêzên rejîmê bi moşekan deverên Um Celal, Tehtaya, Meret Naman, Ebû Hebe, Tilminis, Cercenaz ên bejahiya başûr, rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê topbaran kirin. Di encamê de birîndar li  Meret Neman çêbûn.

Her wiha herêmên Cabirieye, Til Hewaş, Dêrz Sinbil, Horata, Kerkat ê Cebel Şehşebo, Ekkawî, Hiwêce, Qelet Medîq li Sehil Xab ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin topbarankirin.

Girêdayî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li derdora Raşidîn a rojavayê bajarê Helebê di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de şerên demkî rû didin.

Hêzên rejîma Sûriyê di nava 2 rojên derbasbûyî de ji aliyê çeteyên Tehrîr El-Şam ve li derdora rojavayê Helebê rastî êrîşên dijwar hat. Di encama wê de 13 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê êrîşî navendên rejîmê li bejahiya Humsê kir û di encma wê de 35 endamên hêzên rejîmê ku di nav de serbaz jî hene, hatin kuştin.

(bx)


Mijarên Din