Hêzên rejîmê dîsa “herêmên bêçek" topbaran dike

Li “herêmên bêçek" hêzên rejîmê topbarana bejahî berdewam dikin û gelek sivîl dibin qurbanî.

Li “herêmên bêçek" agirbesta ku li herêmên çiyayên Laziqiyê yên bakur û rojhilat, taxên bakur û rojavayê bajarê Helebê, bejahiya Hemayê û Idlibê ketiye meriyetê, di roja xwe ya 16`emîn de ye.

Navenad Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê duh êvarê û vê sibê bi moşekan êrîşî gelek herêman kir, ji van herêman Kefernubil, taxên bajarê Meret Nûman, Kefersecnê, Marzêta, Rekayê, Has, Keferoma, Amiriyê, Moqa, Cebla, Kensefra ya li bejahiya başûr û başûrê rojhilatê Idlibê ne.

Di milekî din de topbarana hêzên rejîmê li Çiyayê Şehşebo yê bakurê rojavayê Hemayê jî pêk hat û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku di encama topbarana li Kensefrayê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

(eh)

 


Mijarên Din