Hêzên rejîmê gundekî Idlibê bi dest xist

Hêzên rejîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê êrişeke nû li dijî bejahiya Idlibê pêk anî û bi wê re jî gundê Siroc kontrol kir û hewl da zêdetir bi pêş de biçe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şerê dijwar li gelek aliyên li başûrê rojhilatê bajarê Idlibê ya li bejahiya rojhilatê Meret Nûman di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rejîmê de pêk hatin. Êriş ji şeva berê heta vê kêliyê bi armanca vegerandina herêmên ku ji dest dane, pêk hatin.

Li gorî navendê, hêzên rejîmê bi piştevaniya asîmanî ya Rûsyayê ya dijwar ji nû ve gundê Siroc û parçeyên dîtir ji gundê Resim El-Werd, serwer kirin. Di heman demê de jî hêzên rejîmê şeva berê deverên li Sehal, Tîna, Siroc, Birc û Birêsa yên li rojhilatê Idlibê bombebaran kirin û her wiha jî deverên dîtir li Hêş, Meret Hirme û Kefir Secna yên başûrê Idlibê jî bombebaran kirin.

Di van rojên dawîn de di navbera hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de, şerê dan û birinê pêk hat.

Ev gurbûna şer bi rasthatina gera nû ya ji civînên qaşo komîteya destûrê ya ku bi sedema nakokiya di navbera şandeyên rejîmê û ya girêdayî dewleta Tirk bi bin ketine de, pêk hat.

(fr)


Mijarên Din