​​​​​​​Hêzên rejîmê Helebê bi tememî kontrol kir

Hêzêm rejîma Sûriye piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker reviyan gelek herêmên rojavayê Helebê kontrol kir. Hêzên Sûriyeyê berê xwe dan  Anedan a ku navendekî ya Îhvanan e.

Hate ragihandin ku hêzên rejîmê ku Rûsya ji hewayê û Îran jî ji bejahî ve piştgiriya wê dike gundên Kefer Hemra, Biyanûn, Hirêtan û Heyan ên dikevein rojavayê Helebê kontrol kir.

Bi vî awayî rêya dikeve navbera Heleb û Nûbul Zehra ve kete destê rejîmê û ji sala 2012’an ve cara destpêkê ye ku rejîma tevahiya Helebê kontrol kir.

Bi kontrolkirina gundên navborî re hêzên rejîmê nêzî deşta Anedan a ku weke kehla Îxwan El-Muslimîn a li Sûriyeyê bûn.

Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk ji Anedanê direvin. Hate gotin ku çete ji ber nekevin dorpêça hêzên rejîma Sûriyê ku ji bakur û başûr ve operasyonan dikin, direvin.


Mijarên Din