Hêzên rejîmê hewl didin Til Milih dîsa bixin bin serweriya xwe

Li eniyên bejahiya Hemayê di navbera hêzên rejîmê û komên çete de şerê dijwar dewam dike. Hêzên rejîmê hewl didin gundê Til Milih ê stratejîk di nava topbaran û bombebarana dijwar de dîsa bixin bin serweriya xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li eniyên bejahiya Hemayê di navbera hêzên rejîmê û komên çete de şerê dijwar dewam dike. Hêzên rejîmê êrîşeke nû pêk anî da ku gundê Til Milih ê stratejîk ê bejahiya bakurê rojavayê Hemayê bixe bin serweriya xwe. Her wiha bombebaran û topbaran ji aliyê balafirên rejîma Sûriyê, Rûsya û hêzên rejîmê yên bejahî ve dewam dike.

Navendê diyar kir ku çete ji navendên li Cimle û Kernaz ên bakur rojavayê Hemayê vekişiyan. Heta niha jî Cebîn û Til Milih di bin serweriya wan de ye.

Girêdayî mijarê balafirên şer ên Rûsya îro di saetên sibê de herêmên Zekat, Hesraya, El-Ebîn, Letmîn û Kefer Zîta yên bejahiya bakurê Hemayê 13 caran bomebaran kir. Balafirên şer ên rejîmê jî ji şevê din û heta van kêliyan deverin ji Xan Şêxûn, Hebît, Has, derdora Kersa, Sefohin, Mereta Herme, Kefer Eweyid ên bejahiya başûrê Idlibê û Morik a bejahiya bakurê Hemayê 32 caran bombebaran kir.

Helîkopteran jî şevê din bermîlên teqemenî avêtin ser bajarê Meret Naman her wiha hêzên rejîmê ji şevê din ve herêmên cûda ji bejahiya bakur û bakur rojavayê Hemayê, bejahiya başûrê Idlibê û navenda Kebane ya Cebel Ekrad bi moşekan topbaran kir.

Hêzên rejîmê û komên çete îro li bejahiya Hemayê êrîşên dijber pêk anî. Do encama wê de çete li gelek gund û navendan bi pêş de çûn. Bi vê yekê hêzên rejîmê dest bi êrîşên dijber kir da ku careke din wan herêman bixin bin serweriya xwe.

Hejmara sivîlên ku ji destpêka şerê li herêmên bêçek ji 30`ê Nîsanê de dest pê kiriye û heta îro bûne 357 sivîl, ji wan 86 zarok û 76 jin in.

(bx)


Mijarên Din