Hêzên rejîmê li bejahiya rojavayê Helebê pêşde diçe

Hêzên rejîma Sûriyê li rojavayê Helebê bi pêşde diçe û bajarokê Orem El-Kubra xist bin kontrola xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê bajarokê Orem El-Kubra ya rojavayê Helebê xist bin kontrola xwe. Navendê diyar kir ku li eniya Cumiyet El-Ridwan, Cumiyet El-Menahil û Kefer Tal şerên dijwar rû didin.

Li aliyekî din jî hêzên rejîmê kampên li derdora bajarokê Sermeda yê li ser sînorê beramberî Lîawa Eskenderon topbaran kirin, di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Hêzên rejîmê di nava çend rojên dawî de 75 herêm li bejahiya rojava û başûrê Helebê kontrol kir.

ANHA


Mijarên Din