Hêzên rejîmê li "herêmên bêçek" bi pêş ve diçin

Hêzên rejîmê li gundewarên bakurê Hemayê bi pêş ve diçin û gundê El-Erbeyîn ê stratejîk kontrol kir. Her wiha li herêmê şerê giran dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê çalakiyên xwe yên asmanî û bejahî bi dijwarî li “herêmên bêçek" dewam dikin.

Balafirên şer ên rejîmê 22 caran Medaya, Abdîn û Hebîd li başûrê gundewarên Idlibê û bajarokê Morik, Latmanê û derdora Zekat gundewarên bakurê Hemayê bombebaran kirin, her wiha balafirên şer 10 bermîlên teqemeniyê avêtin Hîş, Rakaya û Neqîr ên başûrê Idlibê û Keferzîta bakurê Hemayê.

Her wiha balafirên Rûsyayê jî 12 caran çiyayê Erbeyîn, Besîda û Madaya başûrê Idlibê û Keferzîta yên bakurê Hemayê û derdora Kebanê li çiyayê El-Ekrad kirin hedefa xwe. Her wiha hêzên rejîmê zêdetirî 360 derbeyên bejahî li herêmên li gundewarên bakur û bakurê rojavayê Hemayê dan, her wiha gundewarên başûrê Idlibê û çiyayê Sahil.

Şer îro bi dijwarî heta seatên sibehê di navbera hêzên rejîmê û komên çete de dewam kir. Ev yek di çarçoveya êrîşa ji aliyê hêzên rejîmê ve li derdora gundewarên bakurê Hemayê de pêk hat.

Hêzên rejîmê dikaribû piştî hefteyekê ji kontrolkirina Heseraya li herêmê di êrîşên xwe yên li ser gundê Erbeyîn ê stratejîk kontrol bike. Bi wê yekê hêzên rejîmê li ber dereyê bajarokê herî mezin ê li gundewarên bakur in, ew jî bajarokê Keferzîta ye û her wiha li aliyê rojavayê li ber kontrolkirina Zekat e.

Hêzên rejîmê bi vê çalakiyê hewl didin Keferzîta û Latmanê kontrol bikin.

Hêzên rejîmê beriya niha çalakiyên leşkerî li “herêmên bêçek" ragihandin û rejîma Tirkiyê tawanbar kir ku çeteyên xwe yên terorîst li Idlibê tev digerîne.

Her wiha fermandarê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) Ebo Mihemed Colanî vekişandina ji herêmên bêçek red kir.

(jo)


Mijarên Din