Hêzên rejîmê li Idlibê bê şer bi pêş ve diçin

Derengiya şeva derbasbûyî, hêzên hikumeta Sûriyê bêyî ku bi çeteyan re şer bikin, li bejahiya Idlibê bi pêş ve çûn. Di heman demê de, hikumetê çete tawanbar kirin ku 19 caran agirbest binpê kiriye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan, hêzên hikumeta Sûriyê li bejahiya Idlibê bi pêş ve çûn û Meret Muxis û El-Birîc ên derdora Kefernibil bêyî ku bi çeteyan re bikevin nava şer, kontrol kirin. Her wiha gundê El-Bara, Sefhwn û El-Fetîre ên bejahiya Idlibê topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve jî, ajansa Sana ragihand ku komên terorîst ku destekê ji rejîma Erdogan werdigirin, 19 caran agirbest binpê kirine û gundên Hezarîn û El-Dar El-Kebîr ên bejahiya başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Ajansê li ser zimanê serokê Navenda Koordînasyonê li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Maritime Oleg Goravlyov got: "Di 24 saetên dawîn de, 19 binpêkirin ji aliyê komên terorîst ve hatin pêkanîn."

Serokkomarê Tirk Erdogan û serokê Rûsyayê Pûtîn li ser agirbestê li hev kiribû, lê ev ne cara yekê bû ku agirbestê radigihînin û her tim agirbest têk diçe.

(kc)


Mijarên Din