Hêzên rejîmê nêzî Xan Şêxûnê dibin

Hêzên rejîmê şevê din gundên li derdora Xan Şêxûnê kontrol kirin. Rejîma Sûriyê hewl dide Xan Şêxûnê kontrol bike û ber bi bajêr ve bi pêş ve diçe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê piştî şerekî bi komên çete re gundê Medaya û girê li nêzî wê yê başûrê Idlibê kontrol kir.

Li derdora Medaya, Sekîk, Til As û El-Mintar di navbera komên çete û hêzên rejîmê de çalakiyên bombebaranê bi çekên giran rû didin û hêzên rejîmê êrîşên xwe yên asmanî li ser El-Rekaya û Kefersencê xurt kirine.

Balafirên şer ên rejîmê di seatên êvarê de  û îro sibehê 23 caran Temanê, Xan Şêxûn, Kekaya, Kefersecnê, Terî, Şêx mistefa, Mera Hermê û Hîş û eniyên şer li başûrê Idlibê bombebaran kirin, her wiha balafirên şer herî kêm 27 bermîlên teqemeniyê avêtin derdora Kubanê li gundewarên bakurê Laziqiyê, Şêx Damis, Hîş, derdoar Xan Şêxûn, Şêx Mistefa, Mera Hermê û derdora eniyên li gundewarên başûrê Idlibê. 

Balafirên Rûsyayê jî 18 caran derdora Hîş, Temanê, Kefersecnê, Xan Şêxûn û eniyên şer ên li gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kirin, her wiha hêzên rejîmê jî zêdetirî 250 top avêtin cihên li gundewarên başûrê Idlibê, di demekê de ku bajarokê Kekaya û Kefersencê bi giranî tê bombebarankirin, bombebaran li derdora gundewarên bakurê Hemayê û gundewarên başûrê Helebê û Laziqiyê ku şerekî giran li derdora Kubanê li Cebel El-Ekrad rû dide.

Hêzên rejîmê di aliyê bejahî de ber bi bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk ê başûrê Idlibê ve çû ku bi giranî li derdora wê bombebaran dike, bi wê yekê hewl dide bigihîje rêya giştî ya di navbera Heleb û Şamê de, lê komên çete êrîşên xwe giran kirine û balafireke şer a rejîmê anî xwarê.

(jo)


Mijarên Din