Hêzên rejîmê êrîşek bir ser bejahiya bakurê Hemayê

Hêzên rejîma Sûriyê îro ji saetên sibê ve êrîşên xwe li ser herêmên bejahiya bakurê Hemayê ku komên çete ji destê wan derxistin, zêde kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê îro di saetên sibê de êrîşeke dijber bir ser herêmên ku duh ji aliyê komên çete ve ji destê wan derxistin, bir. Her wiha balafirên şer ên rejîmê herêm bombebaran û di aliyê bejahî de bi moşekan topbaran kir.

Navendê diyar kir hêzên rejîmê Kefer Hûd dîsa xist bin serweriya xwe. Niha jî li Til Hûd şerê dijwar rû didin. Hêzên rejîmê hewl didin wê bi temamî bixin bin serweriya xwe.

Balafirên şer ên Rûsyayê jî îro di saetên sibê de deverên Ebîn, Kefer Zîta, Zekat, Mork ên bejahiya bakurê Hemayê bombebaran kirin. Her wiha piştî saetên derengiya şevê derdora bajarokê Letamne, gundên Zekat, Erbîn, Hesraya û Letmîn ê bejahiya bakurê Hemayê kirin hedef.

Balafirên şer ên rejîma Sûriyê ji saetên derengiya şevê din ve û heta saetên vê sibê Xanû Şêxûn, Zekat, Hesraya û Erbîn 12 caran bombebaran kir. Her wiha di saetên derengiya şevê de Letamne, Kefer Zîta ya bakurê Hemayê, Xan Şêxûn a başûrê Idlibê 10 caran bombebaran kir.

Komên çete ji şevê din ve dest bi êrîşên dijwar li ser baregehên hêzên rejîmê li bakurê Heyamê, Cebîn, Til Milih, Hemamiyat a bejahiya bakurê Hemayê, kirin. Di navbera her du aliyan de şerê dijwar rû da.

Ji destpêka şerê li herêmên bêçek ji 30`ê Nîsanê û heta roja pêncşemê bûn 354 sivîl ji wan 86 zarok, 76 jin di encama topbaran û bombebarana balafirên rejîm û Rûsyayê hatine kuştin.

(bx)


Mijarên Din