Hêzên rejîmê û Rûsya bakurê Hemayê bombebaran dikin

Hêzên rêjîma Sûriyê bomberdûmana derdora Sehil El-Xab û Qelet El- Medîq ên başûrê Idlibê zêde kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandin ku li derdora Sehil El-Xab şer di navbera çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" ji aliyekê ve û hêzên rejîma Sûriyê û alîgirên wê ji aliyekî din ve dewam dike. Navendê diyar kir ku hêzên rejîmê bi destekda esamî ya Rûs hewl dide li ber bi Qelet El- Medîq a gundewarê bakurê rojavayê Hemayê  bi pêş de biçe û da zanîn ku ziyanên mirovî hene.

Hate diyarkirin ku balafên şer ên rejîma Sûriyê bi 10 bermîlên teqemeniyê bajarokê Qelet El-Medîq bomebebaran kir. Di heman demê balafirên şerê ên Rûsya danê piştî nîvro ve 5 bombe birin gundên Biwêb ê Cebel Şehşebo û 2 li ser gundê Şorlîn barandin. Her wiha balafirên rejîmê jî derdora Hedada ya gundewarê bakurê Lazikiyê û gundên Zeka û Erbîn ên bakurê Hemayê bombe kirin.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Srûiyê diyar kir ku hêzên rejîmê qeweta xwe ya leşkerî li Sehil El-Xab zêde kiriye.


Mijarên Din