Hêzên rejîmê serweriya gundekî Idlibê kir

Hêzên rejîma Sûriyê cara yekemîn e ku piştî şerekî dijwar bi çeteyên Tirkiyê re serweriya gundê El-Qesabiyê yê bejahiya başûrê Idlibê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raber kir ku hêzên rejîmê bi temamî gundê El-Qesabiyê û Mezera Ceate ya stratejîk a bejahiyên başurê Idlibê xiste bin serweriya xwe.

Navendê tekez kir ku çeteyên Tirkiyê hewl didin gund vegerînin. Li rexê jî şerê dijwar di navbera çete û hêzên rejîmê de di nava bombebarana balafirên şer ên rejîma Sûriyê ya li derdora gund de didome.

Destpêkê şer li bejahiyên Hema û Idlibê rû da û bi wê re jî hêzên rejîmê cara yekem karî serweriya gundekî li ser sînorê Idlibê bike.

Hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê di 30’ê Nîsanê de dest bi êrîşeke dijwar li dijî komên çeteyên girêdayî Tirkiyê li herêma qaşo bêçek a li gorî peymana Rûsya û Tirkiyê kir.

(fr)


Mijarên Din