Hêzên rejîmê tuneleke çeteyên Tirkiyê dît

Hêzên rejîmê tuneleke çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhe El-Nusra) bi kûrahiya 20 metre li Kela El-Medîq li Hemayê dît. Her wiha rejîma Sûriyê bombebarana xwe ya li ser gundewarên Heleb, Idlib, Hema û Laziqiyê dewam dike.

Piştî şerekî ku ev 2 hefte ye li bajarokê Kefernebûdê yê bakurê bajarê Hemayê rû dide, hêzên rejîma Sûriyê bi alîkariya esmanî ji Rûsyayê, bajarok careke  din kontrol kir.

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re tekez kir ku piştî windahiyeke mezin ji her du aliyan, hêzên rejîmê Kefernebûdê kontrol kir û rejîma Sûriyê windahiya xwe vedişêre.

Çavkaniyekî nêz diyar kir ku 24 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hatin kuştin û 6 dîl hatin girtin, dema ku xwe li yek ji malên bajarokê Kefernebûdê de veşartibû.

Di operasyonê de, hêzên rejîmê tuneleke bi kûrahiya 20 metre ya komên çete li Kela El-Medîq bakur rojavayê Hemayê dît.

Heman çavkanî destnîşan kir ku hêzên rejîma Sûriyê û bi alîkariya esmanî ya Rûsyayê şevê din komeke çeteyan dema ku ji bajarê Xan Şêxûn berê xwe dida bajarokê Hebît ê başûrê Idlibê kir hedefa xwe û ew kuştin.

Li Hemayê jî hêzên rejîma Sûriyê êrîşî nuqte û tevgerên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ên bajarokê Kefernebûdê, Latmanê, El-Erbeyîn, Zekat, Morik û Letmîn gundewarên Hemayê kir.

Her wiha hêzên rejîmê bombebarana xwe ya li ser Helebê domand, hêzê tevgerên çeteyan li herêma Bihûs El-Ilmiyê ya rojavayê bajêr kir hedefa xwe.

(jo)

ANHA 


Mijarên Din