Hêzên rejîma nuqteyên çeteyan ên li gundewarê Helebê topbaran kirin

Hêzên rejîma Sûriyê herêmên di bin kontrola çeteyên Cebhet El-Nusra yên li bakurê gundewarê Helebê topbaran kirin.

Hêzên rejîma Sûriyê ji bargehên xwe yên li El-Muheleb, derdora herêma Kastêlo ya li bakurê bajêr Helebê bakurê dest bi topbarankirina gundewarê Helebê bi taybet bajarên Heyan, Hirêtan û dora bajarokê Mari yên di bin kontrola çeteyên artêşa Tirk a dagirk û çeteyên wê kirin.

Her wiha herêma El-Raşidîn, avahiya lêkokînên zanîstî ya li başûr rojavayê bajêr a ku çeteyên Cebhet El-Nusra tê de bi cih bûne hatin topbarankirin.

Di heman demê de balafirên keşfê li asîmana bajêr digere. Tê texmînkirin ku balafirên Rûsya ne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din