Hêzên rejîma Sûriyê bajarokê Kefernebûdê xist bin serweriya xwe

Hêzên rejîma Sûriyê bajarokê Kefernebûde yê dikeve aliyê bakurê bejahiya Hemayê piştî ku 675 caran topbaran û bombebaran kir, careke din xist bin serwriya xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê bajarokê Kefernebûde yê dikeve aliyê bakurê bejahiya Hemayê piştî ku 675 caran topbaran û bombebaran kir, careke din xist bin serwriya xwe.

Navendê tekez kir ku şer bi dijwarî di navbera rejîmê û çeteyên Tirkiyê de li eniyên rojhilat û bakurê bajarok didome. Bi vê yekê çete hewl didin careke din di nava Kefernebûdê de belav bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev hefteyek e di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên rejîma Sûriyê de ji bo bajarokê Kefernebûde bixin bin serweriya xwe, şerên dijwar û bombebarana balafiran li aliyê bakurê bejahiya Hemayê didomin.

(bx)

 


Mijarên Din