Hêzên rejîma Sûriyê hewl didin nêzî Xan Şêxûnê bibin

Hêzên rejîma Sûriyê ku duh 5 gundên li başûrê Idlibê kontrol kirin, êrîş birin ser devera Til Terî û hewl didin ber bi bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk ve bi pêş de biçin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li eniya Til Terî ya başûrê Idlibê şerên giran rû didin. Hêzên rejîma Sûriyê di roja sêyemîn de bi desteka Rûsyayê hewl didin ber bi bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk ve bi pêş de biçin. Li beramberî wê jî komên çete bersiva êrîşan didin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku li gel şer, êrîşên hewayî û bejahî ji aliyê balafirên şer ên Rûsyayê ve têne kirin. Navendê destnîşan kir ku bi dehan top û moşek li başûrê Idlibê ketine.

Hêzên rejîmê ku duh (sêşem) li eniyên rojavayê bajêr bi pêş de çûn û gundên Kefereyn, Til As, girên Um Zeytûna û mezreyên Xirbe Murşid û Mintar kontrol kirin û hewl didin ji aliyê rojhilat ve ber bi bajarê Xan Şêxûn ve bi pêş ve biçin.

Navenda ziyanên canî yên ji ber êrîşên bejahî û hewayî û şerê li gundewarên başûrê Idlibê şopandin û diyar kir ku hejmara kuştiyên çeteyan ji derengiya şevê heta vê kêliyê derket 27’an û hejmara yên rejîmê jî derket 14’an.

Hejmara êrîşên balafirên şer ên rejîmê li ser Xan Şêxûn, Terî, Keferxecnê, Rekaya û eniyên şer ên gundewarên başûrê Idlibê jî derketin 40 derbeyan.

Her wiha hejmara derbeyên balafirên Rûsyayê yên li ser Xan Şêxûn, El-The, Salihiyê, El-Temanîa, Xiwên, El-Zerzûr, El-Hebla, Um Celal ên gundewarên başûrê Idlibê û başûrê rojhilatê wê gihaştin 39 derbeyan.

Li aliyekî din balafiran 51 bermîlên teqemenî avêtin deverên Kefernibul, Has, Keferoma, Rekaya, Besqela û deverên şer ên li gundewarên başûrê Idlibê. Hêzên rejîmê bi 505 moşek û topan deverên şer ên li gundewarên başûrê Idlibê û başûr û rojhilatê Idlibê û çiyayên Laziqiyê kirin hedef.


Mijarên Din