Hêzên Rûsyayê li gundê Dêrna Axê kon vegirtin

Hefteya borî li gundê Dêrna Axê yê girêdayî navçeya Çilaxa, piştî ku şêniyên gund red kir hêzên Rûsyayê noqteya xwe li gund çêkin, îro hêzên Rûsyayê li gund kon vegirtin.

Îro bi dehan erebeyên hêzên Rûsyayê yên leşkerî berê xwe da gundê Dêrna Axê.

Hêzên Rûsyayê piştî bidawîkirina lêgerîna li ser sînor,  berê xwe da gundê Dêrna Axê û wek navendeke leşkerî konek veda. Piştî ku şêniyên gund red kir ku hêzên Rûsyayê derbasî gund bibin, kon vegirtin.

Li gundên ser sînor li hemberî daxwaza Rûsyayê ya avakirina noqteyên xwe, gel xwepêşandan li dar xistin û destûr neda ku hêzên Rûsyayê noqteyên xwe li gundê wan ava bikin.

ANHA


Mijarên Din