Hêzên Îsraîlê 74 filistînî birîndar kir

Di meşên îro yên li ser sînorê Xezayê de 74 filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin birîndarkirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê wergirtine: "Ekîpên wan ên tenduristiyê bi 74 birîndaran re mijul bûn ku bi guleyên raste rast û lastîkî birîndar bibûn. Ji birîndaran xebatkarên dildar hene."

Desteya Bilind a Meşên Vegerê û Rakirina Dorpêçê xwepêşandana vê hefteyê bi navê "Îna kampên li Lubnanê" bi rêxistin kir.

Welatiyên Filistînê ji 30‘ê Adara 2018‘an ve her roja Înê meşan li ser sînorê Xezayê li dar dixin. Welatî daxwaza vegera penaberên ku ji sala 1948‘an ve hatin derxistin û rakirina dorpêça li ser Xezayê ku ev 12 salin hatiye ferzkirin dikin.

ANHA


Mijarên Din