Hêzên Sûriyê îşaret bi berfirehkirina diyalogên hundirîn ên Sûriyê kir

Hêzên siyasî yên li Sûriyê û nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi berfirehkirina diyalogên Sûrî-Sûrî kirin.

Îro hêzên siyasî yên Sûriyê û nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev civiyan.Kesayetên beşdarî civînê bûn in; partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Mislim, endamê Partiya Yekîtiya Suryan Cûzêf Lehdo, serokê Partiya Çepên Kurd Mihemedê Mûsê, endamê Partiya Yekîtî Mistefa Meşayîx û endamê Têkiliyên Giştî Adbulalah Erebo bûn.

Di milekî din de sekretêrê Giştî yê Partiya Gelan Şêx Newaf El-Milhim, sekretêra Giştî ya Partiya Ciwanan a avakirin û veguhartinê (Youth Party for Development and Change‎) Perwîn Îbrahîm, sekretêrê Giştî yê partiya Solidarity  Mihemed Ebû Qamim, Koodînasyonê Komîteya Şopandina Diyalogên Neteweyî yên Partiya Basê Feysel Ezûz, endamê Buroya Siyasî ya Partiya Neteweyî ya Sûriyê Tarq Ehmed, endamê Şepêlê Veguhartina Aştiyane ya muxalif Fatih Cemûs, endamê Meclisa Gel Hisên Raxib û serokê Partiya Çaksaz beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê Fatih Camûs got, civînê bal kişand ser aloziya Sûriyê, Rêveberiya Xweser û qonaxa demkî ya Sûriyê, di vê derbarê beşdaran bal kişandin ser girîngiya berfirehkirina diyalogên hundirîn ên Sûriyê, nexasim di vê qonaxa ku artêşa Tirkiyê gelek herêmên Sûriyê dagirkirine.

Di dawiya amajekirina xwe de Camûs îşaret bi girîngiya lidarxistina civînên wiha, da ku yekîtiya aliyên muxalif ên Sûriyê misoger bibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din