Idlib, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Lîbya..parvekirina berjewendiyên Rûsya-Tirkiyê

Dem dem rageşiya li bajarê Idlib ê Sûriyê dewam dike. Herî dawî hedefkirina dewriyeya hevbeş Rûsya-Tirkiyê bû ku piştî wê û tevî dan û standinên her du aliyan jî, balafirên Rûsyayê herêm bombebaran kirin. Her du alî li ser dozên girêdayî Idlib, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Lîbyayê, li hev nakin. Gelo geşedan ber bi ku ve diçin?

Duh (sêşemê) dewriyeyeke hevbeş a Rûsya-Tirkiyê li ser rêya M4 bi mayînekê bû hedef. Di bûyerê de 3 leşkerên Rûsya birîndar bûn.

Di rojên dawî de nîşaneyên rageşiyeke leşkerî li bajarê Idlib ê bakur rojavayê Sûriyê, xuya kirin. Li gorî rojnameya Şerq Ewsat, ev yek piştî ragihandina Moskovê têkbirina êrişên li dijî baregeha Himêmîm a parzêgeha Lazîqiyê û nûçeyên girêdayî hewldanên Enqereyê yên yekirina refên çeteyên xwe ji bo têkbirina êrişeke muhtemel a hêzên hikumeta Sûriyê, pêk hat.

Hin raporan hewldanên Tirkiyê yên ji nû ve birêxistinkirina çeteyên xwe li Idlibê, perwerdekirina wan û bihêzkirina çeteyên ku dikarin beşdarî operasyonên leşkerî bibin, eşkere kir, ku li gorî çavkaniyên Şerq Ewsat di rageşiya dawî ya ji aliyê rejîma Sûriyê ve lawazbûna çeteyan derket holê.

Ew yek tevî lihevkirina Rûsya-Tirkiyê ya têkildarî rewşa Idlibê, pêk hat. Li gorî çavkaniyan, Tirkiyê çeteyên Tehrîr El-Şam û Ebû Mihemed El-Colanî ji bo tunekirina dijberên lihevkirina Rûsya-Tirkiyê li Idlibê, sor kirin.

'ER BARÊ LÎBYAYÊ DE, TIRKIYÊ NAMEYAK JI RÛSYA RE ŞAND`

Têkildarî mijarê, lêkolînera têkiliyên navdewletê Dr.Ebîr El-Hiyalî got: "Bê guman, komên çekdar ên mezin wekî (Huras El-Dîn û Heyet Tehrîr El-Şam) ku girêdayî rêxistinên terorîst in, ji teqîna dawî ya li ser xeta M4 ku tê de 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûn, berpirsyar in. Lê belê ev rêxistin bi temamî girêdayî Tirkiyê ne û biryarên xwe ji wê digire. Ev yek pirseke girîng derdixe holê, gelo ev nameyeke Tirkiyê ji bo Rûsya ye?

Ebîr El-Hiyalî diyar kir ku Tirkiyê îdia dike ku lihevkirinan bi Rûsyayê re bi taybetî têkildarî Idlibê, pêk tîne. Lê belê berdewamkirina piştevaniya vê ya bi rêxistinan re, îdiayên Tirkiyê diderewîne.  Ebîr El-Hiyalî got: "Tirkiyê bi rêya van derbeyan hin nameyan ji Rûsyayê re dişîne, ku dibe careke din şerê li Idlibê derxîne pêş. Tirkiyê bi rastî jî vê yekê dixwaze da ku zexta çapemeniyê ya têkildarî rewşa Lîbyayê, kêm bike."

'LIHEVKIRINEKE MUTEMEL`

Têkildarî armancên Tirkiyê jî, Ebîr El-Hiyalî ev tişt parve kir: "Di van nameyan de behsa berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan tê kirin, da ku Rûsya têkildarî destwerdana li Lîbyayê tu biryarên yek alî nede. Anku Tirkiyê dibêje (heke hûn destwerdanên li Lîbyayê bikin, ez ê şerê li Idlibê ji nû ve derxim holê). Helbet Rûsya vê yekê naxwaze. Em dizanin ku Rûsya hewl dide çareseriyeke siyasî ji bo Idlibê bibîne, heta li ser hesabê lihevkirineke li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Tirkiyê re."

PAREKIRINA BERJEWENDIYÊN RÛSYA-TIRKIYÊ

Ebîr El-Hiyalî wiha berdewam kir: "Tirkiyê hewl dide ku herêmên li Sûriyê dagir kirine di bin serweriya xwe de bihêle û hebûna Kurdan li ser sînor tune bike. Rûsya jî hewl dide ku  hebûna Tirkiyê bi taybetî li Idlibê bi dawî bike û rêxistinên terorîst ên li wê derê tune bike, lê belê têkildarî mijara Kurdan hin tawîzan bide. Her du alî li ser rêvebirina doza Idlibê bi nakok in, lê belê nagihe astê ku şerekî rû bi rû derkeve. Lê belê ji nû ve berjewendiyan di navbera xwe de parve dikin û Tirkiyê hewl dide bi rêya zextê hin tawîzan ji Rûsyayê bigire."

'ÇAV HÎNA LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YE'

Lêkolînera têkiliyên navdewletî Ebîr El-Hiyalî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ne dûr e ku operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li diîj herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî ya Iraqê, pêk bê. Bi şert ku Rûsya di vê dozê de derfeta bidestxistina hin destkeftiyan bide Tirkiyê. Ji ber ku dê Rûsya sûdê ji vê yekê bigire û berê Kurdan bide diyaloga cidî bi hikumeta Sûriyê re."

 cx

ANHA


Mijarên Din