‘Idlibê di navbera nakokiya li ser siyaset û gazê de ye’

Akademisyanê Sûrî Dr.Muhîb Salhe got: “Lihevkirinên Astanayê, ji destpêkê de parçekirina Sûriyê dike armanc. Dixwest kantonên ji oldarî û netewperesiyê pêk tê ava bike.”

Tevî ku Rûsya li herêmên “bêçek” ên li Idlibê propoxandeya agirbestê dike, li herêmê asta şerên dijwar û wêrankir bilind dibe.

Nêrînên çavdêran girêdayî xwezaya bûyeran û çarenûsa van herêman cuda ne. Hinek dibêjin nakokiyek di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku dibe bi awayekî yekser şer bikin heye. Hinek din jî dibêjin ew tenê lihevkirinek nû ye, li ser hesabê gelê Sûriyê.

Ji bo naskirina herikîna bûyeran li tevahiya herêmên “bêçek” û girêdana wê bi têkiliyên herêmî û navdewletî re, ajansa me hevpeyvînek bi nivîskar û akademisyanê Sûrî Muhîb Salhe re, çêkir.

Di destpêka hevpeyvînê de Salhe got: "Ji lihevkirina Astana û Soçiyê, peydakirina herêmek ji çekên giran û navîn vala, da ku rêya Heleb-Şam, rêya Heleb – Lazîqiye were vekirin û berjewendiyên Rûsya di berava Sûrî de werin misogerkirin in. Tevî wê jî Tirkiyê rol an jî hêza Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra berê) tune bike. Ev hêz di pêşeroja lihevkirinên siyasî de ji bo mijara Sûriyê pirsgirêkek e. Lê Tirkiyê nikarî di dema ku jê re hatiye dayîn sozên xwe bîne cih. Tirkiyê di beramberî wan sozan de Cerablus, Ezaz, Bab, Marêi û Efrîn dagir kir."

Salhe diyar kir ku xuyaye di vê rewşê de sebra Rûsya li hemberî Tirkiyê nemaye û wiha axivî: “Ji ber wê destpêkê dest bi tevgerên leşkerî yên sînordar kirin. Piştre êrîşên xwe berfireh kirin. Rûsya texmîn dike ku bi êrîşên xwe  zextê li Tirkiyê bike da ku sozên xwe bîne cih. Li gel wê jî Amerîka zextê li Tirkiyê dike da ku dest ji peymana kirîna pergala S-400 berde.”

Selha wiha domand: "Lê Rûsya di hesabên xwe de ne balder bû. Hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê nikarîn nexşerêyên meydanî li Idlibê û gundewarê bakurê Hemayê biguhêrin. Ji ber ku rastî şerek dijwar ji hêla komên islamî ve ku Tirkiyê bi agahiyan û bi çekên pêşketî desteka wan dike, hatin. Lewra Rûsya neçar ma agirbestê bixwaze da ku li hesabên xwe vegere û heta ku Tirkiyê biryara xwe ji peymana kirîna S-400 diyar bike.”

Girêdayî propoxendeya Rûsyayê bi lihevkirina wê bi Tirkiyê re ji aliyekî ve û desteka wê ji êrîşên rejîma Sûriyê re. Salhe got: “Rûsya mîna ku li sîrkê ye li ser du bendan dilîze. Ji aliyekî ve koordîneya xwe bi Tirkiyê re di dosyayên Idlibê, pergala S-400, bakur û rojavayê Sûriyê li sînorên Tirkiyê berdewam dike. Ji aliyekî din jî bi rêya dosyaya Idlibê, bakur û rojavayê Sûriyê hewl dide zextê li Tirkiyê bike da ku di peyamana S-400 de bi serkeve. Ji vir xuya dibe ku şerê li Idlibê şerê bi wekaletê ye. Madem her du alî di lîstokê de bi binnakevin xuya dibe ku nakokiyek di navbera her duyan de heye. Lê di kûrahiyê de lihevkirinên wan ji wê nakokiyê bi hêztir e. Bi texmîna min, ev mijar bi çareseriya dawîn ve girêdayî ye. Dê derhênêra wê Amerîka û Rûsyayê bin. Tirkiye baş ketiyê ferqa vê tiştî ji ber wê naxwaze têkiliya xwe bi her duyan re qut bike."

Girêdayî rola Tirkiyê ya rastîn di Idlibê de û bikaranîna wê ya çeteyên Tehrîr El-Şam, Salhe got: "Tirkiye ji destpêka gera Astanayê ve hewl dide bibe aliyê tekane ku piştgiriya opozîsyonê dike. Ev jî yek ji sedemên paşdeçûna têkiliyên wê bi Siûdiyê re ye. Rûsyayê dem demê bi awayekî erênî li wê mijarê nêrî. Ji ber ku Siûdiye bi desteya danûstandinan  û biryarên navdewletê girt, li rex Amerîka di Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê de sekinî û piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ji lewra Tirkiye, Îran û Rûsyayê li hevkirin û komên radîkal di nav de Ceyş El-Islam a ku Siûdiyê desteka wê dike û Feyleq El-Rehman a ku Qeter desteka wê dike, ji Xûta El-Şerqiye û Qelemûn Şerqî li Idlibê û tevahiya herêmên derveyî serweriya rejîma Sûriyê, kom kirin. Ew jî nakokiya Siûdiyê û Qeter zêde kir, ji ber ku Qeterê li aliyê Tirk sekinî."

Salhe destnîşan kir ku komkirina komên radîkal li Idlib û bakur rojavayê Sûriyê, rewş ji Tirkiyê re hêsan kir da ku herêmek stratejîk kontrol bike û wiha pê de çû: “Ji bo ji aliyê siyasî û leşkerî ve opozîsyonê bi rêve bibe. Tevî wê jî, Tirkiyê di aloziya Sûriyê de bû lîstokvanek sereke ku hesab jê re di her çareseriyek navdewletî û herêmî de tê kirin. Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra berê) wek kaxizek lîstokê di destê Tirkiyê de ye li hember hevkarên wê ya Astanayê bi kar tîne da ku şertên danûstandinê bi wan re pêş bixe. Ji aliyekî din ve bi rêya wê kaxizê dê zextê li komên din bike ji bo ku di hemêza Tirkiyê de bimînin. Her wiha da ku li dijî rejîma Sûriyê jî  bi kar bîne.”

‘Rûsya hewl dide rêyên stratejîk dabîn bike û rê li pêşiya xetên gazê yên Qeter û Îranê bigire’

Salhe destnîşan kir ku Rûsya armanc dike rêyên Heleb-Şam û Heleb-Laziqiye dabîn bike da ku herêmên Sûriyê yên bakur bi berav û başûr ve girê bide. Salhe got: “Ji ber ku sûd jê digire û berjewendiyên xwe li Himêmîmê û baregeha Tertûsê bi parêze. Li beyareya Sûriyê jî ji aliyê rojhilat ve berjewendiyên xwe yên stratejîk biparêze. Di bikaranîna berhemên binerd ên xwezayî de mîna petrol, gaz û fosfetê, rê li pêşiya xetên gazê yên Qeter û Îranê ji Tirkiyê û berava Sûriyê re bigire.”

Salhe wiha domand: "Ji ber wê Rûsya bi herêma “bêçek” digire û dê hewldanên xwe ji her du aliyan, siyasî û leşkerî ve bike da ku bi dest bixe. Ne dûr e ku Rûsya êrîşên xwe li Idlib û gundewarê bakurê Hemayê berfireh bike. Lê Rûsya dê nahêle şerek giştî di navbera Tirkiyê û Sûriyê de li herêma Idlibê û bakur rojava çêbibe. Ji ber ku naxwaze têkiliyên xwe yên baş bi Tirkiyê re qut bike û dixwaze serkêşiya însiyatîfa têkiliyên Enqere bi Şamê re bike."

Salhe got: "Bi texmîna min DYA`yê girêdayî vê mijarê û ji bo rê li pêşiya gavên ku aliyên hundirîn û herêmî bavêjin bigire, ku bibin sedema binketê, bi Rûsyayê re koordîne dike. Li ser wê nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de dê di roj û hefteyên pêşiya me de bidome."

‘Til Rifet herêma herî zêde ku berjwendiyên hevkarên Astanayê tê de qut dibin’

Girêdayî herikîna bûyerên ku li herêmên “bêçek”, Şehba û Til Rifetê rû didin Salhe tekez kir ku Tirkiye naxwaze nakokiya li Idlibê bandor li hegemoniya wê li herêmên ku dagir kirine bike. Salhe got: “Ji bo wê dê hewl bide têkiliya xwe bi Rûsyayê re xirab neke. Ji ber ku Rûsyayê tiştên ku Amerîka li Sûriyê nedane Tirkiyê, da Tirkiyê. Lê ev jî rê li pêşiya Rûsyayê nagire ku zextê li Tirkiyê bike da ku ajandeyên xwe li bakurê Sûriyê pêk bîne. Di heman demê de rê li pêşiya Tirkiyê nagire ku bersîv bide yan jî zextê li Rûsyayê bike ji bo xizmeta ajandeyên xwe. Di vê çarçoveyê de tevgerên leşkerî li Til Rifetê û operasyonên ji nû ve belavbûnê li Til Rifetê tevî dewriyên hevpar bi YPG`ê li herêma Şehbayê tên.”

Salhe balkişand ku ji tevgerên leşkerên ên Rûsyayê yên sînordar xuya dibe ku tu şerek di dema pêş de di navbera Rûsya û Tirkiyê de li gundewarê Helebê pêk nayê. Salhe got: “Dibe ku ev tevgerên leşkerî yên Rûsyayê ji bo ku zextê hem li Îranê bike, ji bo ku ji herêmê derxîne û hem li Tirkiyê ji bo ku piştgiriya komên radîkal li başûrê Idlibê û gundewarê bakurê Hemayê rawestîne.”

Salhe dibîne ku herêma Til Rifetê ji herêmên bakurê Sûriyê ya herî zêde berjewendiyên hevkarên Astanayê tê de qut dibine û wiha dewam kir: “Her aliyek Til Rifetê bi kar tîne da ku zextê li aliyên din bike û berjewendiyên xwe yên siyasî yên demkî bîne cih. Îran Til Rifet wek herêmek ji bo parastina Nibul û Zehraa dihesbîne û windakirina wê tê wateya windakirina Helebê. Tirkiyê jî wê wek herêmek ji bo parastina Efrîn û şertek ji bo ewlehiya xwe dihesbîne. Rûsya jî wê di danûstandina xwe de bi hevkarên xwe re bi kar tîne da ku destkeftiyên bêtir bi dest bixe ji bo ku berjewendiyên xwe li berava Sûrî, rojhilatê Humis û Hemayê biparêze. DYA`yê jî  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ji nêz ve rewşê dişopîne da ku rê li pêşiya paşdeçûna rewşa li bakur rojavayê Sûriyê bigire.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din