Idlib; Dibe bibe dawiya destpêkekî

HALÎT ERMÎŞ

Hêzên li Suriyê bi pêngavên dijberî hevdu krîzê kurtir dikin û ev yek jî astengiyan li pêşiya çareseriyê zêdetir dike. Di demeke bala her kesî li ser sînorê Başûrê Suriyê û Tirkiyê de, li Idlibê  şer dijwartir dibe. Dewleta Tirk ji bo destê xwe li dijî rejima Sûriyê û Rûsyayê xurtir bike û ji bo cihê dagirkiriyê ji dest neçe bi çeteyên xwe bênavber êrîşî Efrîn û Til Rifatê dike. Hêzên Rejîmê piştî êrîşî bajaroka Xan Şêxûn kir dewleta Tirk jî ji çeteyên xwe çekên giran şand û ev sewqiyata çekên giran ji aliye Hêzên Rejîmê hat îmhakirin. Piştî ve bûyerê xuyaye dê şer kûrtir bibe.

Gelo li Sûriyê careke din tê xwestin ku di navbera dewletan de şer dijwartir bibe? Dema alozî li heremê hebe, hevsengeke siyasî dê teşeyeke çawa bigire? Şerê ku li ser Idlibê  dijwar dibe dê bandoreke çawa li Efrîn û cihên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bike? Di rojên dawîn de çeteyên dewleta Tirk êrîşên ku bi topan dibe ser Til Rifat û herema Şehbayê zêdetir dike tê çi wateyê?

Li ser bûyerên ku li heremê diqewimin mirov dikare pirsên xwse zêdetir bike. Lê belê têkiliyên ketine nav hevdu û nakokiyên di navbera mutefikande rûdana şerek dijwar dê mirovan matmayî nehêle.

Bala we jî kişandibe, di hevdîtina DYA û Tirkiyê de berteka yekemîn Rejîma Sûriyê nîşan da. Berteka Rejîma Sûriyê û nakokiyên derket holê tenê di daxuyaniyande nema ev yek jî di dijwarbûna şerê ku li Idlibê  rûda de hat xuyakirin. Di rojên dawiyê de di navbera çeteyên di qada navneteweyî de terorîst hatiye qebûlkirin ku ji aliyê dewleta Tirk tê destekirin û Hêzên Rejimê, Rûsyayê şer dijwartir dibe. Rejîma Sûriyê bi êrîşên xwe dixwaze herema Xan Şêxûn ji Idlibê  qut bike, lê piştî dewleta Tirk dît ku rewş ji bin kontrola wî derdikeve ji çeteyên giradayî xwe re sewqiyata çekên giran kir. Li gorî çavkaniyên li heremê tê zanîn ku dewleta Tirk çeteyên li Cerablûs û Efrînê ji bo li dijî Rûsyayê û Rejîma Sûriyê bide şerkirin sewqî qadên şer yên li Idlibê  dike.

Dewleta Tirk ev yek çima pêwîst dît?

Rejîma Sûriyê piştî şerê ku li Xan Şêxûn dijwartir kir bi destxistina wî nêzîke. Dewleta Tirk hay ji rewşê heye lê tê zanîn ku ev destkeftiyên Rejîma Sûriyê dê bi Xan Şêxûn  sînordar nemîne. Bi vî rengî ketina rêyên M4 û M5 destê Rejîma Sûriyê dê hêsantir bibe. Piştî van herdu rêyan li rojhilat xeta Cisir Şixşûr têkeve destê Rûsya û Rejîmê dê çeteyên girêdayî dewleta Tirk di navenda Idlibê  asê bibin.

Di vê rewşê faktora herî girîng dewleta Îranê dikeve dewrê. Demek berê DYA û Rûsyayê ji bo hin hêzên Îranê xwe ji Sûriyê vekişînin li hev hatibû. Lê piştî dewleta Tirk bazara ku ji bo başûrê Sûriyê pêkanîbû bi cih neanî careke din Îranê hêzên xwe şand Sûriyê. Bi hatina hêzên Îranê dê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ku Idlibê  işgal kirine rewşa wan zehmetir bike.

Ev pirsgirêka rûda ji bo dewleta Tirk tenê dê li Idlibê  sînordar nemîne. Piştî Idlibê  dê dor were ser xeta Efrîn, Cerablûs û Babê. Piştî vê rewşê dê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Sûriyê têkeve rojevê. Ger Rejîma Sûriyê li ser vî esasî bimeşe û bi Başûrê Sûriyê re peymaneke çêbike dê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê. Ger ku Rejîm û Başûrê Sûriyê li hev nekin jî dê Kurd li Şehba û Efrînê li dijî çeteyan roleke aktîf bilîzin. Gava rewşeke wiha bê serê dewleta Tirk dê bo wî xetereya herî mezin be. Ji ber vê yeke di rojên vê dawiyê de dijwariya êrîşên li ser Şehba û Til Rifatê bala we jî dikişîne. Hema hema rojane gund û bajarokên Şehba û Til Rifatê ku nayê bomberankirin tune ne.

Lê belê li Idlibê  û li tevahiya Sûriyê ber bi tevliheviyeke mezin ve diçe û ev rewşa heyî dê sekna Koalîsyona Navneteweyî ku pêşengiya wê DYA’yê dike diyar bike.

Tê bîra we, li Tehranê Peymana Soçî ku di navbera Rûsyayê, Tirkiyê û Îranê pêkhatibû. Ev peyman ji bo nakokiyên di navbera wan de ji holê bê rakirin hatibû çêkirin. Li Soçîyê Tirkiyê li ser navê DYA’yê bi Rûsyayê rûnişt. Peyman bi di navbera van hêzan de pêkhatibû. Lê belê heta roja îro ev Peyman bi cih nehat. Rûsyayê ji bo dewleta Tirk ji dewletên rojava qût bike çavên xwe ji planên wî yên Başûrê Sûriyê girt û dibe ku car caran dewleta Tirk hişyar kiribe lê ji bo mebdeyên peymana Soçiyê bi cih bîne zorê lênekir.

Tê xuyakirin ku ev rewşa dê êdî çav li dewleta Tirk re neyê girtin. Qewimînên li Idlibê  rû didin peymana li Soçiyê pêkhat derxist valatiyê. Piştî peymana Soçî bê encam ma li Idlibê  rewşeke cûda derket holê. Jixwe me li jorê jî derbarê rewşa derketiyê holê tişt anîbûn ziman.

Di rastiya xwe de rewşek tevlîhev û ne diyar li holê ye. Ger li Sûriyê bazariyên ku di navbera aliyan de pêk tên bê encam bimîne dibe şerê wekaletê bizîvire şerê di navbera dewletan de.

Çavkanî:Yeni Özgür Politika


Mijarên Din