Idlib û girêka berjewendiyên navdewletî

Sûriye êdî girêdayî berjewendiyên hêzên ku mudexleya Sûriyê dikin e. Mîna rewşa parzêgeha Idlibê  ya ku bûye qada diyarkirina berjewendiyên stratejîk di navbera Rûsya, Tirkiyê û Amerîkayê de. Şerên wê bi îşareteka ji wan dewletan destpê dikin.

Hîna destara aloziya Sûriyê di erdnîgariya welêt de li gorî berjewedniyên dewletên ku mudexeleya aloziyê dikin, digere. Ev berjewendî tevgera gelêrî ya ku ji Adara 2011`an ve destpê kiriye veguherand aloziyek dem dirêj. Di encamê de bi hezaran sivîl bûn qurban. Ji sedê 60 binesaziya Sûriyê hatiye ruxandin. Tirkiyê jî ji sedî 10’ê xaka Sûriyê dagir kiriye.

Li gel hewldanên her du hêzên ku mudexeleya Sûriyê dikin (Rûsya û Tirkiyê), ji bo bidestxistina destkeftiyên stratejîk bêtir li ser hesabê gelê Sûriyê, li herêmên gundewarê Heleb, Hema, Lazîqiye û parêzgeha Idlibê li bakur rojavayê Sûriyê êrîşên leşkerî rû didin. Ev êrîş wek hovantirîn êrîşan ji havîna derbasbûyî ve tên hesibandin.

Ya ku bala mirov di şerên ku li bakur rojavayê Sûriyê rû didin de dikşîne ew e ku dema Tirkiyê û Emerîka di mijara F35 de  li hev bikin, şer gur dibin. Yanî Rûsya asta êrîşên xwe zêde dike. Berovajî wê jî dema Tirkiyê û Rûsya li ser mijara S400 li hev bikin kêm dibin.

Malpera Rûsya El-Yeum ragihand ku Pûtîn di hevpeyvînek a li gel telefizyonekê de gotibû ku têkiliyên Emerîka û Rûsyayê paşde çûne. Pûtîn destnîşan kiribû ku rêveberiya Amerîkayê ya heyî di salên dawîn de bi dehan biryarên girêdayî ferzkirina cezayan li ser Rûsyayê girtine.

Şerên ku li derdora Idlibê rû didin xuya kirin ku rejîma Sûriyê dest bi şerê vegerandina herêmê kiriye. Lê asta wan gefan bi lihevkirina Rûsya û Tirkiyê girêdayî hin berjewendiyan kêm bû. Ev jî tekez dike ku gelê Sûriyê û xaka wî weke sotemenî û qadek ji  şerê berjewendiyan di navbera her du aliyan de tê bi karanîn.

Îro lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyê de derdikeve. Her du alî dibêjin ew ku hewl didin şer li herêmên “bêçek” rawestînin. Ajansa nûçeyan a Rûsyayê li ser zimanê artêşa Rûsyayê roja Çarşemê  ragihand ku Rûsya û Tirkiyê ji bo rawestandina şer li parêzgeha Idlibê di navbera hêzên hikumetê û Cebhet El-Nusra de navbeynkariyê dikin. Ev lihevkirina rawestandina şer li herêmên “bêçek” li Idlibê jî pêkan e di encamê de hovîtî bi awayekî mezin  roja Çarşemê kêm bû.

Ev lihevkirina li ser rawestandina şer di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, piştî daxuyaniyên DYE`yê girêdayî rawestandina prosesa perwerdekirina leşkerên Tirkiyê li ser bikaranîna balafirên şer ên Emerîkî F35. Zêdekirina Emerîkayê cezayên aborî li Tirkiyê birî, piştî ku hewldana Tirkiyê ji bo kirîna pergala S400 ya Rûsî, pêk hat.

Nayê veşartin ku destê Emerîkayê jî di mijara Idlibê de heye. Emerîka ew pisûleya şer li wê herêmê kontrol dike û rolek mezin di rêgirtina li pêşiya pêşketinên rejîma Sûriyê de li wê herêmê dilîze.

Di rastiyê de Emerîka hewl dide li wê herêmê Tirkiyê li dijî Rûsyayê derbixe. Emerîka naxwaze hevalbendê xwe wî NATO`yê yanî Tirkiyê ji Idlibê derkeve. Da ku projeya NATO`yê ya gihaştina Deryaya Spî pêk bîne.

Dem demê Emerîka daxuyanî dide û dibêje: "Rejîma Sûriyê dibe ku çekên kîmyawî bi kar bîne yan jî Rejîm amadekariyên bikaranîna çekên kîmyawî dike" û soza bersîvandinê dide. Ev jî destekek xurt ji Tirkiyê û komên girêdayî wê re yên li Idlib, gundewarên Hema, Heleb û Lazîqiye tê hesibandin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyan li ser zimanê leşkerên Tirk ji me re ragihandin ku Emerîka bi xwe ji Tirkiyê dixwaze ku desteka çeteyan li hemberî Rejîmê bike. Ev jî li ser erdê hate wergerandin, piştî ku komên çeteyan li ser hesabê Rejîmê pêşde çûn, Til Melah kontrol kirin, rêya El-Siqilibiye û bajarê Hemayê li ser Rejîmê qut kirin.

Di navbera lihevkirina Tirkiyê û Rûsyayê û lihevkirina Tirkiyê û Emerîkayê de azarên şêniyên Ildibê berdewam in. Tenê gelê Sûriyê fatureya berjewendiyên dewletên ku mudexeleya Sûriyê dikin, dide. Gelo gelê Sûriyê li benda çaranûsa xwe ya ku bi berjewendiyên navdewletî ve girêdayî ye bimîne, lê dê li hember her du aliyan serî hilde û raperîna ku di Adara 2011`an de destpê kiriye vejîne. Gelo dê NY`î li hember lîstina bi çaranûsa gelê Sûriyê bêdeng bimîne?

(şx)

ANHA


Mijarên Din