Idlib vediguhere bela Tirkiyê

ZEKÎ BEDRAN

Tê dîtin ku wê pirsgirêka Idlibê bi hêsanî çareser nebe. Bu mijareke ku herkes têkil bû. Balkeşê, DYE û Ewropa li şûna ku piştgiriyê bikin çete ji Sûriyê bên derxistin û bên bê bandor kirin, li dijî wê derketin. Naxwazin ku Rûsya bibe xwedî bandor. Ev yek heta cihekî tê fêhmkirin.  Lê hêzeke ku pirraniya wê El Nusra ye wê sozên çi bide DYE û Ewropayê ? Her wiha Tirkiyê Idlib bi silehan dagirt. Tirkiyê çekên giran jî di navê de piştgiriyeke mezin da van çeteyan. Ev jî mijareke ku şer giran dike. Rûsya dibîne ku şerkirina bi hêzeke wiha re ne hêsan e.

Eşkereye ku rêjîm dixwaze bibe xwedî qadên ku qala wan tê kirin. Ji xwe di hêzên rêjîmê de ti guherîneke zihnî tune ye. Li şûna Sûriyeke demokratîk dixwaze ji nûve rih bide rêveberiya Baas. Dema wiha dibe, bi hêzên Bakurê Sûriyê re, yên ku piştgiriya herî mezin bidin demokrasiya Sûriyê jî, li hev nake. Dema bi hêzên Bakurê Sûriyê re li hev bike wê deriyên Sûriya nû heta dawiyê vebe û pêşî li destwerdanên hêzên derve were girtin. Tevî ku guherîna hişmendî ya rêjîmê tune ye, di aliyê hêz de jî lewaz buye. Tevî Îran û Rûsyayê xwedî wê hêzê nîne ku gavên serbixwe bavêje. Tevî Rûsyayê jî nikare operasyonê li ser Idlibê bike. Di wateyekê de buye mehkûm.

Rûsya destpêkê di mijara Idlibê de bi biryar xuya dikir. Lê Tirkiye weke nûnerên çeteyên çekdar derket pêşiya Rûsyayê. Ji bo Rûsyayê di wateyekê de muxatabekî rewa çê bû. Ji ber vê rewşê Kurd jî weke xwezayî hatin ser maseyê. Erdogan çawa ku weke berdevkê çeteyan li ser maseyê rûnişt, di heman demê de weke dijberê Kurdan ew jî anîn ser maseyê. Lewma derdê dewleta Tirk tenê beralîkirina Kurdan bû. Dubendiya “bila Îdlib beralî nebe Kurd beralî bin” dan pêş. Ev dubendîbûn ji bo Rûsyayê rewşeke bi feyde bû. Lewma Rûsyayê Efrîn pêşkêşî dagirkerên Tirk kiribû. Qertê Kurd qertekî gelekî bi  feyde bû. Ger ku niha jî Kurdan bi rengekî bixe bazarê wê kî ji wan hesab bixwaze. Weke tê dîtin DYE û Ewropa tevî ku li gel Kurdan li dijî DAIŞ’ê şerekî hevpar dikin bi qasî yek ji dehê Idlibê li Efrînê xwedî derneketin. Ji bo wan jî Kurd qertek bûn lê qertekî ku bi erzanî bikar bînin bûn.

Weke ku em timî desnîşan dikin Tirkiye xwedî heman zihniyeta DAIŞ û El Nusra ye. Kes nikare bêje ku Erdogan xwedî zihniyeteke demokratîk e. Ger ku Erdogan hinek nesîbê xwe ji demokrasiyê girtiba, wê nijadperest nebuya. Li dijî Kurdan bi DAIŞ’ê re tifaq nedikir. Li hemû dinyayê li dû Kurdan ketiye. Ji bo ku Kurdan ji ruyê erdê bibe bi şev û roj di nava tevgerê de ye. Niha jî hêzên li Idlibê diparêze û li ser wan re dixwaze li Sûriyê bibe xwedî bandor. Ji xwe Rûsyayê kir ku Tirkiye bibe hevparê Sûriyê. Erdogan dixwaze berê hêzên li Idlibê bide Kurdan. Li wir gelek hêzên çekdar komkiriye. Ger weke DAIŞ’ê berê wan bide Kurdan hem leşkerê wan namirin hem jî hêzêke ku bi erzanî bikarbîne wê di destê wan de bimîne. Li Efrînê wiha kirin, çeteyên ku ji Ereban komkirin li Efrînê ajotin eniyên şer yên pêş. Ger bikaribe wê Kurd û Ereban berî hev bide û ger bikaribe bîne pêşberî hev wê ji bo wan hê baştir be. Şerekî demdirêj yên Kurd û Ereban ji bo Erdogan alternatîfeke ku herî zêde dixwaze ye. Kurd û Ereb heta niha nehatin vê lîstikê. Ji xwe hemû derdor bi hev dane şerkirin, ger ev jî bibe li Sûriyê alozî wê hê kûrtir bibe.

Rûsya dibêje ku ew ê pêvajoyê li Sûriyê diyar bike. Lê Tirkiyeya ku dibeje bila li Idlibê şer nebe, wê trajediya mirovî pêk were rêya şerekî nû vedike. Teqez bêyî ku demê winda bike û fersendê bibîne wê êrîşî herêmên Kurdan bike. Fikarên aşitî û mirovî yên Tirkiyê tune ye. Bi hemû demagojiyên ku dike hewl dide şert û mercên ku êrîşî Kurdan bike, ava bike. Erdogan di hemû platforman de qîr dike û dibêje ku kurd weke dijmin û hedef îlan kirine.

Ma ew ê Erdogan Idlibê jî bifroşe, belê wê bifroşe. Lê tenê bila Rûsya li dijî Kurdan piştgiriyê bide. Ma ew ê DYE û Erdogan hevdu hembêz bikin, belê. Lê tenê bila DYE ji êrîşên li dijî Kurdan re bêje erê. Lê ger Kurd baş xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin di encamê de Sûriye wê ji bo Tirkiyê vegere lîlavekê û Pûtîn jî wê nikaribe wan rizgar bike.