ILO: Dibe ku ji ber Koronavîrusê 195 milyon kes bê kar bimînin

ILO’yê bi raporekê destnîşan kir ku ji ber vîrusa korona ya nû (Covid-19) dibe ku li tevahiya cîhanê 195 milyon kes karê xwe ji dest bidin.

Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê bandora pandemiya vîrusa koronayê ya li ser aborî û xebatê de raporek belav kir. Di raporê de hate gotin ku ji ber şewba kûrewî di her sê mehên salê yên pêş de saetên xebatê ji sedî 6,7 kêm bûn. Ev windahiya saetan beramberî xebata 195 milyon karkeran e.

Li gorî raporê ji pêncan çar kesan li herêmên kargehên xwe girtine, dijîn. Di raporê de tê gotin ku di cîhanê de herî zêde sektorên avahîsazî û xizmetên tenduristiyê, hilberîn, perakende, bazirganî û îdarî di bin bandorê de mane.

Her wiha di raporê de tê gotin dibe ku ji ber vîrusê 195 milyon kes bê kar bimînin.


Mijarên Din