Index on Censorship: Li herêmên di bin serweriya Tirkiyê de ewlehiya rojnamevanan tune ye

Index on Censorship diyar kir ku li herêmên Sûriyê yên di bin serweriya dewleta Tirk de ewlehiya rojnamevanan tune ye û di meha Adarê de li Cerablusê 2 rojnamevan ji aliyê îstixbaratên ewlehî yên herêmî ve ku destekê ji Tirkiyê werdigirin, hatine girtin.

Saziya Index on Censorship raportek weşand û tê de diyar kir ku rojnamevan û çalakvanên li herêmên Sûriyê yên ji hêla  dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, rastî kuştin, revandin û îşkenceyan tên.

Li gorî raportê ku piştî çend salan ji şer bakurê rojavayê Sûriyê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ên girêdayî El-Qaîde û navenda wê Idlib e û çeteyên ku destekê ji Tikiyê digirin ên navê Dirî Firat de hatiye parçekirin. Her du alî jî ji bo nûçe ji wan herêman dernekevin nahêlin tu kes xwe bigihîne wan herêman an jî bi gefan û revandina rojnamevanan vê yekê asteng dikin.

Wênekêşekî li Bakurê Sûriyê dixebite û nexwest nasnameya xwe ji Index on Censorship re diyar bike, wiha  got: “Çeteyên ku destekê ji Tirkiyê werdigirin, rojnamevanan gelekî tengav dikin.”

Piştî ku li Efrînê dîmen kişandin, wênekêş got ew ji aliyê çeteyên Firqet Hemzat ve ku bazirganiya madeyên hişber li herêmê dike û di navbera Tirkiye û Sûriyê de qaçaxçiyê dikin, hat îşkencekirin. Çalakvan got ew ji ber mala xwe hate revandin, li erebeyekê siwar kirin, derbe li serê wî xistin û paşê çavên xwe di girtîgehê de vekir û destên wî girêdayî bûn.

Ji ber ew rojnamevanekî girêdayî saziyeke biyanî ya ragihandinê bû, bi awayekî hovane çeteyan ew lêpirsîn kir anku bi heman hovîtiya îstixbaratên girêdayî rejîma Sûriyê ku sala 2012`an ev rêbazên hovane di lêpirsînan de bi kar dianîn. Her wiha rojnamevan diyar kir ku gefa kuştinê li wî û malbata wî xwarine.

Index on Censorship saziyeke parastina azadiya ramanî ye û di sala 1972’yan de li Londonê hate damezirandin. Sazî zext û tundiyên li ser rojnamevanan belge dike û bi heman navî kovarekê jî derdixe.

(bx)


Mijarên Din