Iraqê 188 zarokên DAIŞ'î  radestî Tirkiyeyê kir

Dadgeha Lêkolînê ya Iraqê bi beşdarbûna nûnerên herdû hikûmetan û rêxistinên navdewletî 188 zarokên DAIŞ`iyan radestî Tirkiyê kirin.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê fermî yê Meclîsa Bilind a Dadwerî ya Iraqê Ebdulstar Beyreqdar, Dadgeha Lêkolînê ya Navendî ya Iraqê ku berpirsê dosya teroristan û tawanbarên biyanî ye, 188 zarokên DAIŞ'iyan ji Iraqê radestî Tirkiyeyê kirine.

Ebdulstar Beyreqdar diyar kir ku hejmarek kêm a wan kesan temenê wan gihîştiye û sûcê wan ê ji ber derbaskirina sînor û derbasbûna karta nîştecihbûnê li Iraqê bi dawî bûye.

Ebdulstar Beyreqdar eşkere kir ku heta balafirgeha ku wê lê biçûyan welatê xwe di bin çavdêriya Dadgeha Iraqê de hatine radestkriin. Heta got ku di dema radestkirinê de Nûnerên Wezareta Derve ya Iraqê, konsolosxaneya Tirk û rêxistina UNAMI jî amade bûn.

 


Mijarên Din