​​​​​​​Iraq; berî û piştî derbasbûna Amerîkayê

17 sal e gelê Iraqê hîn jî li welatê xwe li demokrasiyê digere. DYA bi soza demokrasiyê û Iraqa nû derbasî Iraqê bû. Lê îro qala derketinê dike û li pey xwe welatek ku di nava nakokiyên neteweyî û mezhebî de fetisiye, dihêle.

Di 20‘ê Adara 2003‘yan de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hin dewletên din bi navê koalîsyoneke navneteweyî derbasî Iraqê bûn. Ev koalîsyon a duyemîn bû ku li dijî rejîma Sedam Hisên dihat avakirin.

Hinekan ev derbasbûn wek dagirkirin bi nav kir û hinekên din jî wek serkeftina li dijî desthilatdariyê bi nav kir. Iraqî di navbera her du nakokiyan de man û berdêlên giran dan. Ev berdêl hîna jî dewam dike.

Li gorî daneyan, di nava 4 salên destpêkê yên aloziyê de derdora 151 hezar heta 600 hezar iraqî hatin kuştin. Kovara tenduristiyê ya herî kevn û navdar di cîhanê de ‘The Lancet’ di sala 2006‘an de ragihand ku hejmara miriyan 650 derbas kiriye, her wiha diyar kir ku qurbaniyên tundiyê jî hene.

Azara iraqiyan ne bi derbasbûna DYA’yê re dest pê kir. Beriya ku DYA derbas bibe jî Iraq di gelek pêvajoyan re derbas bû. Welat ji aliyê siyasî û ewlehî ve kete nava qeyranê. Rewşa ku îro jî li Iraqê didome vê rastiye radixe ber çavan.

BERIYA DERBASBÛNA DYA’YÊ LI IRAQÊ PERGALA SIYASÎ

Iraq li qiraxa çemên Dîcle û Firatê dikeve. Li başûrê wê Kendava Erebî, li Bakurê wê jî çiyayên Torosê hene. Tevahiya welat hema bêje di navbera her du çeman de anku Mezopotamyayê dimîne ku dergûşa şaristaniyê ye.

Di Serdema Navîn de Iraq navenda împratoriya îslamî bû, lê ji ber êrişên barbaran ên di sedsala 13‘an de rola wê lewaz bû. Di sedsala 15‘an de Iraq bû beşek ji Împratoriya Osmanî. Ev rewş heya ku Brîtanyayê di sala 1917‘an de dagir kir, dewam kir. Di sala 1932‘yan de Iraqê serxwebûna xwe ji Brîtanyayê bi dest xist.

Sîstema monarşî ya ku Brîtanyayê ava kiribû di Tîrmeha 1958‘an de hilweşiya. Yekem sîstema komarî di encama derbeyeke bixwîn de hate hilweşandin ku efserên artêşê bi hevkariya Partiya Baasê di Sibata 1963‘yan de pêk anîbû. Piştî çend mehan derbeyek din li dijî partiya desthilatdar hate kirin. Lê di sala 1968‘an de Partiya Baas bi derbeyeke leşkerî dîsa vegeriya ser desthilatdariyê.

Piştî ku Sedam Hisên gihîşt desthilatdariya Iraqê, ji ber ku sunnî ye, pêkhateyên din wekî şîa û Kurd paşguh kirin bê maf hiştin û li hemberî wan tundî bi kar anî. Di encamên van siyasetan de rê li ber parçebûna mezhebî ya Iraqî vebû.

JI ŞEREKÎ BER BI ŞEREKÎ DIN VE… SEDAM IRAQ WESTAND

Rejîma Sedam Hisên ket tengasiyek mezin. Aboriya welat hilweşiya. Di encamê de lingê sereke yê parçekirina pêkhateyên Iraqê danî. Destpêkê şerê Iraq- Îranê derket. Ev şer di Îlona 1980‘an heta Tebaxa 1988‘an de dewam kir. Di encamê de derdora milyonek kes hatin kuştin û windahiyên diravî li gorî texmînan gihaşt 400 milyar dolarê DYA’yê.

Piştre şerê Kuwêt dest pê kir. Piştî şer cezayên navdewletî hatin birîn ku bandora wî li aborî û civaka Iraqê wêran bû.

Pêvajoya êrişa li dijî Kuwêtê bandoreke mezin li rejîma Sedam kir. Di encama vê êrişê de yekemîn koalîsyona navneteweyî li dijî rejîma Sedam Hisên hate avakirin. Di vê çarçoveyê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ji artêşên rojavayî û Ereban koalîsyonek ava kir da ku bersiva êrişa Iraqê ya li dijî Kuwêtê bide û hêzên Iraqî ji wir derxîne. Piştre ambargoyeke giran li ser Iraqê hate ferzkirin.

ŞERÊ LI DERVE LI HUNDIR VEDIGERE

Piştî Şerê Kendavê yê Yekemîn bi dawî bû, Sedam Hisên serhildanên sala 1991‘an an jî Serhildana Şabaniya ku li herêmên Kurdan ê li bakur û herêmên şîa yên başûr rabûn, têk birin.

Li gel van rewşan, rejîma Sedam Hisên helîkopterên ku DYA’yê ji bo birîndar û xaza ku ji Kuwêtê veguhezîne Iraqê şandibûn, li dijî bajaran bi kar anîn û serhildan rawestandin. Siyaseta desthilatdariyê gihîşt wê astê ku çekên kîmyewî li dijî welatiyan bi kar bîne.

Di encama van serhildanan de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo parastina gelê Iraqê ji rejîma Sedam Hisên qada başûr û bakurê Iraqê ji balafiran re qedexe kir, bi vê yekê herêma başûrê Kurdistanê hate ragihandin.

ÊRIŞA LI DIJÎ IRAQÊ… SEDEM Û ENCAMÊN WÊ

Piştî Şerê Kendavê yê Yekemîn bikaranîna çekên hilweşandina girseyî ket rojevê. Rejîma Iraqê bi bikaranîna van çekan hate sûcdarkirin. Der barê vê yekê de Neteweyên Yekbûyî lêpirsîn vekir. Di encama lêpirsînê de derket holê ku tu delîlên bernameya çekên hilweşandina girseyî nîn in.

Di sala 2000’î de piştî ku George W. Bush wek serokê DYA’yê hate hilbijartin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê siyaseteke tundtir li dijî Iraqê meşand. Bush, daxwaz kir ku tevahî qanûnên rizgarkirinê pêk werin da ku Sedam Hisên ji desthilatdariyê dûr bikeve.

Piştî êrişên 11‘ê Îlona 2001‘an li DYA’yê û tawanên li dijî rêxistina El-Qaîde ku ev êriş pêk anîne, serokê DYA’yê George Bush di 20‘ê Îlona 2001‘an de “Şerê li dijî Terorê” û plana êrişa li dijî Iraqê ragihand. Bush hevkariya Sedem Hisên bi El-Qaîde re ji bo vê yekê kir hincet.

Şerê DYA’yê yê li dijî Iraqê di 20‘ê Adara 2003‘yan de bi êrişên hewayî dest pê kir. Serokê DYA’yê George W. Bush di xîtabekê de digot: "Di vê saetê de hêzên DYA’yê û hêzên koalîsyonê pêvajoyên pêşîn ên operasyona leşkerî dest pê dikin da ku gelê Iraqê rizgar bikin û cîhanê ji xetereya heyî biparêzin."

Di 1‘ê Îlona 2003‘yan de hêzên Koalîsyonê ya ku serkêşiya wê DYA’yê dikir, ragihand ku operasyona leşkerî li Iraqê dest pê kiriye. Generalê Amerîkî Paul Bremer wek fermandarê leşkerî yê şerê Iraqê hate erkdarkirin.

Gerînendeyê Navenda Iraqê ya Lêkolînên Siyasî Mihemed Hisên ji ANHA‘yê re axivî û got: "Bûyerên siyasî yên piştî sala 2003‘yan parçebûn xurttir kir. Ev parçebûn ji aliyê tebeqeya siyasî ve hate xurtkirin. Sedema vê yekê vedigere bêaramiya li Iraqê ya beriya dagirkirinê. Binkeftina dewletên Ereb di avakirina nasnameya siyasî û nîştimanî ya Iraqê jî vedigere gelek sedeman. Ev sedem jî yên wekî pergala zordar, înkarkirina mafên pêkhateyên gel in. Ji ber vê yekê dagirkirina DYA’yê ne tekane sedema bêaramiya li Iraqê ye."

Hisên got: "Di destpêkê de hin bandorên wê yên erênî hebûn. Gelê Iraqê têkildarî dagirkirinê, encamên wê û şertên ku hiştin dagirkerî bê, li hev nakin."

Piştî ku DYA di sala 2003`yan de derbasî Iraqê bû, sîstema "kotaya mezhebî" derxist da ku erkên serokatiyê li welat di navbera pêkhate û mezheban de li ser esasê mezhebî werin belavkirin. Heta niha pergala siyasî ya welat li gorî vê sîstemê bi rê ve diçe ku gelek kes wê wek pirsgirêk, ne wek çareserî ji krîza Iraqê re dibînin.

Çavdêr diyar dikin ku sîstema kotayê dê bibe sedema gendeliya aborî û rêveberiya li Iraqê. Kota tê wateya ku blok û partiyên ku di hilbijartinên parlamantoyê de bi ser ketine, erkên hikûmetê di nava xwe de par bikin. Li gorî vê kotayê serokomar dê Kurd be, serokwezîr şîa be, serokatiya parlamantoyê jîpara sunniyan be.

Her wiha mijara gendeliyê bû sedema tengezariya mezhebî û neteweyî ku rê li ber mezinbûna komên tundraw vekiriye. Di 29‘ê Hezîrana 2014‘an de berdevkê DAIŞ‘ê Ebû Mihemed El-Ednanî di qeydeke deng de "Dewleta Îslamî " bi serkêşiya Ebû Bekir El-Bexdadî ragihand.

Dîroka derketina DAIŞ‘ê li Iraqê vedigere sala 2003‘yan dema ku Ebû Miseb El-Zerqawî rêxistina "Cîhad û Tewîd" di Îlona 2003‘yan de ava kir. Rêxistina behsa mijarê di gelek pêvajoyan re derbas bû ta "Dewleta Iraqê ya Îslamî" di sala 2006‘an de hate ragihandin.

Di Nîsana 2013‘an de "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) hate ragihandin. Çekdarên biyanî yên ku endamên Cebhet El-Nusra bûn û hejmareke mezin ji komên şîa bi hinceta li dijî DYA’yê û şerê terorê tev li DAIŞ’ê bûn.

Kota bi mezhep û neteweyan ve sînordar nema. Di heman demê de mezhep û netewe di nav xwe de li gorî girêdana xwe bi dewletên mudaxeleya Iraqê dikin, dabeş bûn.

Di nava sunniyan de gelek partî hene. Hindek ji wan girêdayî Erebistana Siûdî, Qeter û DYA’yê ne. Hinek ji wan jî girêdayî Îranê ne. Ev tişt ji bo şîa û Kurdan jî derbasdar e. Kurd du parçe ne, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî ku li nêzî sunniyan e û li gel Tirkiyê cih digire û li Hewlêrê serwer e. Yekitî Nîştimanî Kurdistan (YNK) jî nêzî Îranê ye û li Silêmaniyê serwer e.

SÎSTEMA KOTAYÊ BINKEFTÎ YE

Mihemed Hisên li ser pergala siyasî ya Iraqê wiha tîne ziman: "Pirsgirêka pergala siyasî ya Iraqê ne di rejîm, qanûn û destûra li ser kaxezê de ye, ne jî di siyaseta li ser erdê hatiye pêkanîn an jî ji hişkbûna dewletê ye. Iraq di nav welatên binkeftî de hatiye rêzkirin. Saziyên Iraqê ne xurt in, her milîsek an jî siyasetmedarek ji bo dijberên xwe bixîne yan jî ji bo berjewendiyên xwe dikare qanûn û destûrê derbas bike. Wekî ku Sedam jî wisa dikir."

Der barê sîstema kotayê de Hisên wiha axivî: "Pirsgirêkeke mezin û siyasetmedarên paşketî li Iraqê diafirîne. Sistbûna saziyên Iraqê hişt ku milîsên girêdayî Îranê bi awayekî zêde destwerdanê di Iraqê de bikin. Her wiha bandora hebûna mafyayên dewleta kûr ên xwedan bandoreke mezin ji desthilata serok û wezîran de derbas dibe. "

JI KOTAYÊ BÊTIR DEMOKRATÎKBÛNA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIKARE BI SER BIKEVE

Girêdayî çareserkirina pirsgirêkên ku ji ber sîstema kotayê derketine, gerînendeyê Navenda Iraqê ya Lêkolînên Siyasî Mihemed Hisên got: "Sîstema kotayê ya li Lubnan, Iraq  û Sûriyê di rêvebirina wan welatan de nabe model, ji ber ku binkeftina wî diyar bû. Modela demokrasiyê ya pêkhateyên gelên Bakur û Rojilatê Sûriyê ji kotayê zêdetir dikare bi ser bikeve. Ji ber ku rêgeza hevbeşiyê heye. Berojavjî dewletên derdora me hêza xelkê di rêvebirinê de heye. Di heman demê de derfetê dide kesên hatine paşguhkirin da ku beşdarî avakirina welatê xwe bibin. Di vir de tu sedemên madî tune ne ku kesek li ser desthilatdariyê bimîne, îmkana guhertinê di saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nerm e."

Hisên di dawiya axaftina xwe de got: "Yên xirab sîstema kotayê xirab bi kar tînin da ku gendeliya xwe pê binixumînin."

Tevî ku 17 sal di ser hilweşandina rejîma Sedam Hisên re derbas bûn ku her tim muxalifên wî, wî wek dîktator û sûcdar bi nav dikin, tevî veguhestina sîstemê bi "sîstema demokratîk" lê iraqî hîn jî fatureyan didin. Ji wê demê heya niha teror iraqiyan qetil dike. Li gel vê yekê piraniya herêmên Iraqê ji bakur heta başûr di rewşên jiyanî yên zehmet de ne. Ji ber nebaşbûna rewşa aborî, xizmetguzarî, belavbûna bêkariyê û serweriya komên çete li herêmê xwepêşandanan dest pê kir.

ANHA


Mijarên Din