Iraq bombebarana Tirkiyê şermezar kir û xwest ku binpêkirinên xwe rawestîne

Wezareta Derve ya Iraqê komkujiya Kortekê şermezar kir û got: “Divê dewleta Tirk bi lezgînî bombebaranên xwe rawestîne. Ji ber ku bombebaranên Tirkiyeyê binpêkirina qanûna navnetewî ye.”

Di 27’ê Hezîranê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, 2 otomobêlên sivîlan, li Kortek a Binarê Qendîlê kirin hedef. Di encama bombebarana balafiran de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndarbûn.

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî bombebarana dewleta Tirk ya li ser xelkê sivîl şermezar kir.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hat gotin ku Iraq ku li gel peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bi israre. Herwiha di dewamê de hat diyarkirin ku Iraq li dijî hemû bûyerek di nava xaka Iraqê de li dijî welatek bê kirine.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de got; “Bombebarana Tirkiyeyê binpêkirina serweriya Iraq û berevajiyê bingehên cîrantiyê ye. Herwiha binpêkirina hemberî qanûna navnetewî ye.”

(eh/kc)


Mijarên Din