​​​​​​​Iraq deyndarê PKK’ê ye

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di oxira parastina herêma Kurdistan û Iraqê de şervanên xwe da û  hîna jî dide. Li ber çavên tevahî cîhanê PKK’ê û bi baweriya xwe tegeha netewedewlet û mezhebperest derbas kir û parastina destkeftiyên gelên herêmê bi taybet gelê Iraqê kir.

Piştî 2003’yan rejîma desthilat a Iraqê hate guhertin. Rejîma nû bi Iraqa nû hat binavkirin, ji ber ku berjewendiyên gelê Kurd bi berjewendiyên gelên Iraqê ve girêdayî ye. Gelê  Kurdistanê piştgirî da gelê Iraqê û di warê siyasî û leşkerî de parastinê Iraqê kir.

Di nîvê 2003’yan de istîxbarata (MIT) a Tirkiyê cihekî xwe li Silêmaniyê vekir da mûhafizê Kerkûrkê bikuje. PKK’ê ev komplo eşkere kir û  Yekitî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) agadar kir. YNK'ê jî ji aliyê xwe ve amerîkiyên li wir agahdar kirin. Li ser vê yekê artêşa Amerîkayê girtin ser wan û ew girtin ku rûyên wan bi şêweykî heqaret nixumandibûn. Ev bûyer wê demê li di qada siyasî de li Tirkiyê deng veda.

Di nava 2005 heta 2010’an de Cebheya Tirkmenî hewl da fîtne û nakokiyê di nava neteweyên li Kerkûkê de biafirîne. PKK’ê bi rêya Partiya Çareseriya Demokratî ya Kurdistanî (PÇDK) li hember van hewldanên bêsûd sekinî, amerîkî jî rola PKK’ê di rawestandina faşîzma Tirk li hundirê Kerkûkê de dinasîn.

Sala 2014’an dema DAIŞ’ê Mûsil dagir kir piştre jî Şengalê dagir kir ku parçeyekî ji Başûrê Kurdistan û Iraqê ye, gerîlayên PKK’ê berî dan Çiyayê Şengalê bi hezaran şêniyên wan di nav de jî Ereb hebûn ji DAIŞ'ê parastin.

PKK’ê li gel şervanên YNK’ê parastina bajarên Kerkûk, Mexmûr û Hewlêrê kirin  ku parçeyên ji Kurdistan û Iraqê ne.

Ji bo parastina herêma Kurdistanê ku parçeke ji Iraqê ye, bi sedan şervanên kurdistanî şehîd bûn û birîndar bûn, lê ya girîng PKK’ê bi xwe barê dabînkirina pêwîstiyên çek, cebilxane û lojistîk bêyî ku tiştekî ji Iraqê bixwaze, hilgirt ser xwe.

Niha jî, dîsa bi tenê parastina Iraqê dike û li hember dewleta Tirk a dagirker parastina Herêmên Parastinê yên Medya dike ku parçeyeke girîng ji herêma Kurdistanê ya li erdnîgariya Iraqê ye. Her wiha Gerîla bi piştevaniya gel parastina herêmê dike, mînaka wê jî Heftanîn e.

Hebûna kurdistanî li Qendîlê rê li pêşiya xelîfeta terorê Erdogan girt ê ku dixwaze herêmê bi terorîstên DAIŞ û El-Nusra bifetisîne û xeteriyên mezin li Iraqê çêneke.

Çekdarên PDK’ê ku hejmara wan bi hezaran û li gorî destûra Iraqê navê wan zêrevanên herêmê  ye, ne tenê parastina Başûrê Kurdistanê li erdnîgariya Iraqê nakin, lê belê ew rêberê dagirkirina ber bi herêmê ve  ye ku parçeyek ji Iraqê ye.

Wezîrê Pêşmergeyan a hikumeta PDK'ê got: "Êriş û bombebaranên Tirkiyê ne karê me ye! Gelo karê wê çi ye?"

Di dawiyê de dixwazim bêjim, em bixwazin an nexwazin Kurdistan hêzeke herêmî ya girîng e û di hefsengiyên herêmî de xwedî giraniyek e. Lewra divê hemû bi taybat dewleta Iraq û gelên wê vê yekê bizanin, hesaba wê bikin û qîmeta wê bikin û xwe deyndarê wê bihesibînin.

Nêrînên di vê gotarê de nêrînên nivîskar in.


Mijarên Din