Iraq hê jî bê hikûmet e

Têkildarî binketina avakirina hikûmeta nû ya Iraqê şîrovearê siyasî Elaa El-Xetîb got "Mihemed Elawî bi xurtî li pêşberî berjewendiyan e, ji ber vê yekê Kurdan, beşeke sunnî û beşeke şîayan li ser binkeftina wî li hev kir.

Piştî ku serokwezîrê erkdarkirî Mihemed Tewfîq Elawî lêborîna xwe ji bo avakirina hikûmeta nû di 1‘ê Adarê de xwest, dan û standinên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dîsa li çargoşeya yekemîn vegeriya.

Ji ber sedemên gefên siyasî û nelihekirina Kurdan, suniyan û hin şîayan, piraniya parlamentoyê kom nebû û dengdan nehate kirin, ji ber vê yekê hikûmeta Iraqê hîn jî nehatiye avakirin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê iraqî Elaa El-Xetîb ji ANHA‘yê re axivî û got: “Elawî ji destpêkê ve ji bo qebûlkirina erkê şert danîn ku navê wezîran ji bo hikûmetê neyên ferzkirin û got ez ê wezîrên xwe bi xwe hilbijêrim da ku karibim bêyî destwerdana blok û partiyên siyasî welat bi rê ve bibim."

El-Xetîb diyar kir li welat partî desthilatdar in û çarenûsa gel hikûm dikin, di encamê de pêwîst e hevsengiya ku li ser esasê gotayê hatiye avakirin û ji bo bicihanîna daxwazên xwepêşandaran a dûrketina gotayê û parçebûna partiyetî were guhertin.

Daxwaza serokwezîrê erkdarî Mihemed Tewfîq Elawî ya erkdarkirina kesayetên serbixwe yên ji derveyî partiyên nakokiyên mezin çêkir, di encamê de gelek hevbendî hejandin, nemaze ku bi zanebûn partiyên di yek hevbendiyê de di ser hev re digire. Ji ber vê yekê hêrsa partiyên kurdî û hevbendên hêzên iraqî ji paşguhkirina Elawî ya ji nêrîn û bernamzetên wan ên wezaretê bê zêde kir. Li gel vê yekê gef hene ku bi temamî hikûmetê boykot bikin.

El-Xetîb destnîşan kir ku Mihemed Elawî xwest li hemberî van blokan bisekine, lê bi xurtî li pêşberî berjewendî û gotayan ma, ji ber vê yekê Kurdan, beşeke sunnî, beşeke şîayan li ser binkeftina wî li hev kir û ev yek çêbû.

Elaa El-Xetîb anî ziman ku gelek zext li Elawî hatin kirin da ku ji nêrîna xwe paşde vegere û wezaretan ku dixwazin bidin hevrikan lê Elawî ji wan re diyar kir û lêborîn xwest, ji ber ku got wî soz daye xwe ku kabîneya wî serbixwe be.

Der barê îmkana guhertina hevbendiyên li Iraqê de piştî ku nexşeya siyasî li welat bi girêk bû, El-Xetîb wiha got: "Hevbendiyên siyasî berjewendiyan wan bi hev ve girê didin, hemû hevbendî li ser guhertinan ava dibin, dijminên duh bûn dostên îro, ne dijminatiya domdar û ne jî dostaniya domdar di navbera wan de tune ye, lê berjewendiyên hevpar hene û nexşeya siyasî li gorî vê bingehê ye."

Di gelek raporan de hate diyarkirin ku rûdanên li Iraqê encamên nakokiyên Amerîka û Îranê ne ku yekser bandore li avakirina hikûmekê dikin, bi taybet piştî bûyerên dawî yên di navbera her du aliyan de li ser xaka Iraqê.

Girêdayî vê mijarê nivîskar û şîrovekirina siyasî yên Iraqê Elaa El-Xetîb got: "Texmîn nakim ku rola derve di vê mijarê de hebe. Texmîn nakim ku nakokiyên Amerîka û Îranê bandora xwe li avakirina hikûmeta Mihemed Elawî hebe, heger nakokî hebûna wê mîna berê li hev kiribana, lê ev cara yekemîn e ku dewlet bi awayekî yekser mudaxele di avakirina hikûmetê de nakin, ji ber ku nexşeya siyasî ya Iraqê diyar e, mîna qaûna derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, lê delîl diyar in ku birêz Elawî kes li ser wî qîr nake.”

ANHA


Mijarên Din