Iraq: Ji bo bersivdayîna binpêkirinên Tirkiyê hemû vebijêrk vekirî ne

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Hesaf got: "Karê yekalî ewlehiyê pêk naîne û xebatên hevpar ên li dijî terorê bê encam dihêle. Di bersivdayîna li hemberî binpêkirina serdestiyê de hemû vebijêrk li pêşiya Iraqê vekirî ne."

El-Hesaf got: "Me bi daxuyaniyên şermezarkirinê û belgeya protestorkirinê dest pê kir. Me gazî sefîrê Tirkiyê û yê Îranê kir. Em li vir nasekinin. Dibe ku bi rêya Komkara Welatên Erebî, Rêxistina Tevkariyê yê Aslamî bighêjin nêrînekê ku em gilînameyekî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin."

Ehmed El-Hesaf got, "Iraq di siyasetên xwe yên derve de rêgezên girêdayî têkiliyên bi dewletên derdorê de danî, jê destwerdana kar û barên hundirîn ê dewletekê qedexe ye, divê rêz ji dewletên cîranê re were girtin, divê dewletên din jî mîna vê nêzî Iraqê bibin.

Her wiha got: "Em karê yekalî yê ku dirêjî serdestiya Iraqê bikin red dikin."

 


Mijarên Din