Iraq ji nû ve dest bi rêwîtiyên xwe ber bi Şamê ve dike

Piştî qutbûna zêdetirî 8 salan, xetên hawayê yên Iraqê  ji nû ve dest bi rêwîtiyên xwe ji Bexdayê ber bi balafirgeha Şamê ya navdewletî kirin.

Berdevkê xetên hawayê yên Iraqê Leys El-Rebiî diyar kir ku yekemîn rêwîtiyên xetên hawayê yên Iraq dê roja Şemî 18`ê Gulanê ji Bexda ber bi Şamê ve destpê bikin, bi rêjeya rêwîtiyek her hefteyekê.

El-Rebiî wiha domand: "Xeta hawayê gelek girîng e li gel miqdara mezin a iraqiyên li Sûriyê, tevî zêdekirina asta pevguherîna bazirganî û aborî di navbera her du welatan de."

Ji aliyê xwe ve Wezareta Veguhestinê ya Sûriyê bi rêya malpera xwe ya Facebookê bi daxuyaniyekê kêfxweşiya xwe bi biryara  ji nû ve destpêkirina xetên hawayê yên Iraqê rêwîtiyên xwe ber bi balafirgeha Şamê ya navdewletî ve anî ziman.

Li gorî El-Rebiî rêwîtiya dawîn ji Bexda ber bi Şamê ve di Kanûna 2011`an de bû. Piştî wê di encama şerê Sûriyê de rêwîtî rawestîn.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di sala 2011`an de, hejmarek mezin ji şirketên balafiran bikaranîna asîmana Sûriyê ji ber sedemên ewlehiyê rawestandin. Balafiran xetên din ji ya Sûriyê dirêjtir bikar anîn da ku bighêjin cihê xwe.

 


Mijarên Din