Iraq… kuştin û hedefgirtina baregehan û grev berfireh dibe

Greva giştî li Iraqê heta parêzgeha El-Dîwaniyê berfireh bû. Xwepêşandêran navendên hikumetê girtin û moşekên katyuşa baregeheke li nêzî balafirgeha Bexdayê kir hedef, di encamê de leşker birîndar bûn.

Televîzyona Someriya News ragihand ku xwepêşandêran navendên hikumetê yên li parêzgeha El-Dîwaniyê girtin û greva giştî ragihand.

Her wiha şaneya ragihandinê ya ewlehiyê daxuyaniyek der bar hedefgirtina baregeheke li nêzî balafirgeha Bexdayê de bi 4 moşekên katyuşa, belav kir.

Şaneyê wiha ragihand: "4 moşekên katyuşa li ser yek ji baregehên li nêzî balafirgeha Bexdayê ya navneteweyî ketin, di encamê de 6 leşker birîndar bûn."

Çavkaniyên ewlehiyê ji AFP`ê re ragihand ku hemû birîndar ji hêzên antîterorê ne ku hêza herî xurt li Iraqê ye û destnîşan kir ku di nav birîndaran de birîna 2 leşkeran giran e.

Her wiha çavkaniyekî ewlehiyê diyar kir ku çalakvanekî sivîl li navenda Kerbelayê hate kuştin, parêzgar jî der barê wê yekê de daxuyaniyek da.

(jo)


Mijarên Din