Iraqê li dijî şaneyên DAIŞ`ê dest bi operasyonê  kir

Hêzên Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li herêmên nêzî sînorê Sûriyê, dest bi pêngaveke berfireh kir. Pêngavê navê "Vîna Serkeftinê"hilgirt.

Hêzên Iraqê bi daxuyaniyekê destpêkirina operasyoneke berfireh li dijî çeteyên DAIŞ`ê ragihand. Pêngav ji parêzgehên Selaheddîn, Nînewa û Enbarê dest pê dike û heta sînorê Sûriyê dewam dike. 

Cîgirê fermandarê oparasyonên hevbeş Ebd El-Emîr Yarelah got gelek hêzên Iraqê, komên Heşd El-Şabî û Heşd El-Aşairî beşdarî operasyona leşkerî dibin. Di heman demê de jî alîkariya ezmanî ji çekên Iraqê û Koalîsyona Navdewletî tê dayîn.

Hikumeta Iraqê di Tîrmeha sala 2017`an de li dijî DAIŞ`ê serkeftin ragihandibû, lê çete xwe li deverên dûr vedişêrin û li deverên cuda yên Iraqê êrîşan pêk tînin.

(eh)


Mijarên Din