Iraqê operasyonên mezin ên şopandina şaneyên DAIŞ’ê destpê kirin

Şaneya Ragihandina Şer a Iraqê ragihand ku operasyonên "Lehengên Iraq -qonaxa çaremîn"ji şopandina şaneyên teror û paqijkirin û şopandina sînorê bi Îranê re, dest pê kirin.

Şaneya ragihandinê bi daxuyaniyeke nivîskî wiha got :" Bi perspektîfa serokwezîr ku fermandarê giştî yê hêzên çekdar e û bi çavdêriya Fermandariya Operasyonên Hevbeş îro oprasyonên( Lehengên Iraqê –qonaxa çaremîn) ji bo şopandina şaneyên teror û ferzkirina ewlehî û aramî li parêzgeha Diyalayê hat destpêkirin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyonên taybet ên paqijkirin û keşfkirinê li herêmên ku DAIŞ’ê dixist bin kontrola xwe ku êrişên terorî pêk bîne, her wiha sînorê bi ser komara Îslamî ya Îran ve hatin destpêkirin, ew herêmê di navbera hêzên yekbûyî û hêzên pêşmergeyan de ne. 


Mijarên Din