Iraqê stratejiyeke nû ya operasyonên li dijî DAIŞ’ê ragihand

Fermandariya Operasyonên Hevbeş eşkere kir ku dest bi stratejiyeke nû ya serdegirtinên şaneyên terorî yên çeteyên DAIŞ’ê kiriye ku hewl didin ji rewşên germahî û tenduristiyê yên li welêt derfetê bigirin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji çapemeniya Iraqê re axivî û got: "Çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst bi rêya şaneyan hewl didin rewşên germahî û tenduristiyê yên li welat li gel pandemiya Koronavîrusê ji bo pêkanîna kiryarên terorîstî li herêmên çolistanê derfetê bigirin."

Berdevk wiha domand: "DAIŞ texmîn dike ku kiryarên terorîst dê hebûna wê îspat bike û bandorê li ewlehiya welat bike."

Berdevk diyar kir ku stratejiyeke nû li ser bingeha istîxbaratî bi rêya aktîfkirina keda istîxbaratê ya ewlehiyê ku şaneyên terorîst bişopînin, pêk tê.

Fermandariyê da zanîn ku tevahî ajansên istîxbaratê yên girêdayî pergala ewlehiyê li ser xurtkirina heldanên ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê dixebitin.

Fermandariyê piştrast kir ku Koalîsyona Navdewletî hêzên ewlehiyê agahiyên istîxbaratî û keşfên asîmanî zêde dike, her wiha hin caran derbeyên li ser daxwaza fermandariya operasyonên hevbeş li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk tîne û kamerayên germahiyê yên şopandina şaneyên terorîst dide yekîneyên leşkerî.

(fr)


Mijarên Din