Israîl û Rûsya: Tedbîrên li dijî Îranê û dosyaya Sûriyê hatin nîqaşkirin

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu di civînek çapemeyê de bi şêwirmendê ewlehiya Rûsyayê Nicolai Patrushev re tekez kir ku her du alî ji bo rê li pêşiya hebûna Îranê li ser sinorên Israîlê bigirin dê tedbîrên pêwîst bigirin. Nicolai Patrushev destnîşan kir ku civînên wan bi Israîlê re dê girîngiya dozên herêmê bi taybet dosyaya Sûriyê, bin.

Piştî civîna her sê dewletan Rûsya, Emerîka û Israîlê girêdayî Rojhilata Navîn, serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu û şêwirmendê ewlehiya Rûsyayê Nicolai Patrushev civînek çapemeniyê ya hevbeş lidar xistin.

Di civînê de serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu got: “Ji bo rêgirtina li pêşiya hebûna Îranê li ser sînorên me, em dê tedbîrên pêwîst bigirin.” Şêwirmendê ewlehiya Rûsyayê Nicolai Patrushev got: Civînên me bi Israîlê re dê girêdayî dozên herêmê be bi taybet dosyaya Sûriyê.”

Rojameya Israîlî Yedioth Ahronoth bi bîr xist ku Til Evîv di lûtkeyê de dê helwestên xwe ji mudexeleyên Îranê di Sûriyê de û geşedanên li Kendavê pêşkêş bike. Her wiha dê helwestên Rûsya û DYE`yê guhdar bike da ku bi hev re bigihêjin lihevkirinekê.

(şx)


Mijarên Din