Jabbarov: Destpêkirina operasyona li Idlibê dê ji Enqereyê re dawiyeke xerab be

Parlamenterê rûsî Vladimîr Jabbarov der barê destpêkirina operasyona li Idlibê de, dewleta Tirk hişyar kir û wiha anî ziman "Ji bo Enqereyê dê dawiyeke xerab be."

Vladimîr Jabbarov, peyama gefxwarinê  ji Enqerayê re şand. Cîgirê yekem ê serokê Komîteya Kar û Barên Derve ya Meclisa Bilind a Parlamentoya Rûsyayê Jabbarov got: "Heke dewleta Tirk li Idlibê dest bi operasyoneke berfireh bike, dê ji bo Enqereyê dawiyeke xerab be."

Jabbarov da zanîn ku dewleta Tirk parastina terorîstên li Idlibê dike û divê vê yekê bisekinîne.

Duh dewleta Tirk  ragihand ku 33 leşkerên wê li Idlibê hatine kuştin, di heman demê de SOHR`ê diyar kir ku hejamra kuştiyan gihaştiye 34 leşkeran.

Rûsyayê der barê kuştina leşkerên Tirkiyê yên di nav çeteyan de, dewleta Tirk tawanbar kir û piştrast kir ku şerê dijwar ê li Idlibê, bi sedema hewldana çeteyan a êrişkirina hêzên rejîma Sûriyê ye.

(eh)


Mijarên Din